Polîtîk

Tirkiye baregehên YPGê li Hesîça bombebaran kir

Firokeyên şer ên Tirkiyê îro çend baregehên YPGê û HSDê li bakurê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin.

Medyaya nêzîkî Hêzên Sûriyeya Demorkatîk û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihandiye, firokeyên şer ên Tirkiyê îro baregeha hêzên Yekîneyên Antî Terorê (YAT) û Hevpeymaniya Navdewletî bombebaran kirine.

Li gor heman çavkaniyan, di êrişê de “baregeheke hevbeş a hêzên YATê û hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li bakurê Hesekê” hatiye armanckirin.

Li gor zanyariyên destpêkê di êrîşê de 2 endamên YATê canê xwe ji dest dane û 3 endamên wê hêzê jî birîndar bûne.

Back to top button