Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Serokwezîr Sûdanî civiya

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja sêşemê 22.11.2022ê li bajarê Baxdayê digel birêz Mihemed Şîa El Sûdanî Serokwezîrê Iraqa Federal civiya.

Di civînê da, her du aliyan tekez li ser girîngiya yek helwestiya li ser asta niştimanî kir û yekrêzî û hevahengiya wan ji bo rûbirûbûna kêşeyên di warê aborî, jiyan û xizmetguzariyê da kirin da ku jiyaneke baştir ji bo hemû welatiyên Iraqê dabîn bikin.

Birêz Serokwezîrê Iraqa Federal dupat kir ku Hikûmeta Federal pêgirê bi Destûra Iraqê ye ku kêşeyên hêlawestî digel Hikûmeta Herêma Kurdistanê çareser bike bi awayekî ku mafên hemû pêkhateyan mîsoger bike.

Serok Nêçîrvan Barzanî, ji aliyê xwe ve, pîrozbahiyê li Serokwezîrê Iraqa Federal kir ku bawerî bi hikûmeta wî hatedan û geşbîniya xwe jî li ser îmkanên hikûmeta nû diyar kir ku hikûmeta nû dikare welat ber bi qonaxeke cuda veguhêze ku zimanê têgihîştin û çareseriyê têda serdest be.

Di hevdîtinê de mijarên ewlekarî yên navçeyên sînorî yên Iraqê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser hevkarîkirina her du aliyan ji bo parastina serweriya Iraqê û redkirina binpêkirinên berdewam û kar ji bo wê yekê hat kirin ku xaka Iraqê nebe metirsî li ser her tu welatanên cîran.

Back to top button