
Li Tirkiye çavkaniyên ewlehiyê diyar kirin ku heta dawiya salê HSD dê tevlî artêşa Sûriyeyê bibe, ev jî nîşan dide ku Tirkiye di vê mijarê de xwedî helwesteke zelal e.
Çavkanî dibêjin: “Wekî Tirkiye, em dibêjin, ‘Hûn ê xwe wekî rêxistinek hilweşînin û bi ferdî tevlî artêşê bibin. Hûn êdî wekî rêxistinek yekane tevnagerin.’ Ev şertê me ye. Em bi tevahî qebûl nakin ku serokatiya bilind a HSDê beşek ji hikûmeta Şamê be.”
Çavkaniyên ewlehiyê bi bîr anîna peymana 10ê Adarê diyar kirin ku heke şert neyên bicîhanîn, hikûmeta Sûriyeyê dikare operasyonekî bike, û Tirkiye dê piştgiriyê bide vê yekê.
Erdogan îro di “Konferansa Balyozan” de axivî û got: “Divê Peymana 10ê Adarê were bicîhanîn. Êrîşên Îsraîlê li pêşiya Sûriyeyê asteng in. Diyar e kî dê ji parçekirina Sûriyeyê sûd werbigire.”
Wezîrê Parastina Tirkiye Guler jî derbarê HSDê de hişyariyek da û got:”Ji bo ku pêvajo bi awayekî saxlem bixebite û bidome, divê rêxistina terorîst a PKK û hemû komên girêdayî wê li hemû herêmên ku lê ne, di serî de li Sûriyeyê, li gorî biryara hilweşandinê tavilê çalakiyên xwe yên terorîstî rawestînin û bê şert û merc çekên xwe radest bikin.”
Guler diyar kir ku ji bo bicihkirina daîmî ya armanca “Tirkiyeya Bê Teror” entegrekirina bilez a hêmanên çekdar ên li Sûriyeyê bi hikûmeta navendî re pêwîst e û got, “Em ji rêxistinê hêvî dikin ku bangên ji bo çekdanîn û entegrekirinê yên ji hundirê xwe tên li ber çavan bigire û vê veguherînê bêyî derengmayînê bi awayekî ku rê li ber destwerdanên derve bigire temam bike.” Guler diyar kir ku destûr nayê dayîn ku tu avahiyek terorîst a ku aştiya herêmê dixe xetereyê, di bin her navî de, berdewam bike. Guler her wiha got, “Hin daxuyanî û analîzên dawî yên di medyaya navneteweyî de nîşan didin ku rêxistina terorîst YPG-SDG ji hêla aktorên herêmî ve wekî amûrek tê bikar anîn da ku zemînê ji bo endezyariya jeopolîtîk a nû amade bike. Ev rewş ne tenê ji bo Sûriyeyê, lê di heman demê de ji bo ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê jî gefek rasterast e.”
Artêşa Sûriyeyê piştî bidawîbûna dema diyarkirî ya ku ji HSDê re hatibû dayîn, amadekariyên operasyoneke berfireh temam kir. Tê plankirin ku 7 firqe û nêzîkî 80 hezar leşker li vê herêmê werin bicihkirin. Li gorî pêşketinan, dibe ku ev hejmar hîn zêdetir bibe û tê gotin ku di operasyonê de çekên giran, her wiha balafirên bêmirov, helîkopter û balafirên şer jî dê werin bikaranîn. Li eniyên Dêra Zor, Tişrîn-Qereqozak, Tebqa, Xelsa, Eyn Îsa û Reqayê firînên çavdêriyê yên UAV/UAS zêde bûne û yekîneyên pêşeng jî hatine destnîşankirin.


