Polîtîk

Tirkiye amadeye birîndarên Pêşmerge çareser bike

Êvariya roja şemiyê 14.11.2015 Ahmet Davudoglu Serok Wezîrê Tirkiye li rêya telefonê ve peywendiyê bi birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir û pîrozbahiya serkeftinên Pêşmerge û azadkirina bajarê Şingalê li Serok Barzanî kir.Her li vê peywendiya telefoniyê da Serok Wezîrê Tirkiye amadehiya welatê xwe ji bo hemahengîkirina li gel Herêma Kurdistan ya ji bo dijayetîkirin û şerê terorîstan da nîşanda û her wiha ji bilî destxweşî û pîrozbahiya serkeftinê li hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ragihand ku Tirkiye amadeye birîndarên Pêşmerge li nexweşxaneyên xwe çareser bike.

Back to top button