Tirkiya Şingal bombebaran kir, pêşmerge şehîd bûn

Firokeyên cengî yên Tirkiye şevîdin devera Çiyasyê Şingalê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de 5 pêşmerge şehîd bûn û 9 pêşmerge jî birîndar bûne.Firokeyên cengî yên Tirkiye demjimêr 00.2ê berê sibehê çiyayê Şingalê bombebaran kir û pêşmerge şehîd bûn. Li gora agahdariyên ji herêmê têne baregehên pêşmerge û YBŞê nêzik hevin , lê ji berî bombebaranê YBŞê baregehê xwe veguhaztine.Herweha li gora Tirk didin xûyakirin li Rojavayê Kurdistanê nêzikê bajarê Derêkê li çiyayê Qereçox jî bombebaran kirine.Ev cara yekem e, firokeyên Tirkiye Şingalê bombebaran dike. Heta niha gelek cara deverên wek Qendil , Sîdekan û Xakurk bombebaran kirine. Gelek ziyanên mezin dane gundên Kurdistana Başûr.

Nerîna min :