Hevpeyvîn

Tifaqa Kurdistanî, divê mitlaq ji derveyî PKK/HDPê be

Îbrahim Guçlu bersiva pirsên Rojevakurd dide û dibêje: LiBakûrê Kurdistanê di vê merheleyê de hezar mixabin tevgerekemilî ya sosyolojık û rêxistineke ku bersîva hewcedariya neteweyakurd bide tune ye.

LIBAKURÊ KURDISTANÊ DI VÊ QONAXÊ DE DI DERBARÊ HILBIJARTINA GIŞTÎAN JÎ HERÊMÎ DE MINAQEŞE JI ALIYÊ PRATÎK DE LUKS E.

Dema ku nerînên min di derbarê pirsan de hat xwendin, divê di malpera Rojeva Kurd û di gelek malperên din de nivîsên min yên di derbarê Tevgera Bakurê Kurdistanê û sinifa siyasî ya Bakurê Kurdistanê, hilbijartinan û partî û rêxistinên Kurdistanê de bînin ber çav.

RojevaKurd : Hilbijartinên herêmîrewşek çawa de têne kirin? Hun di vê qonaxê de rewşa Kurdistanêçawa dinirxînin?

LI TIRKIYEYÊ JI BONA HILBIJARTINA HERÊMÎ XEBATEKE XURT HEYE, LEWRA PARTIYÊN XURT HENE…

ÎbrahîmGUÇLU:Li Tirkiyeyê xebatên Hilbijartina Herêmî, her çiqas qrîzekesiyasî, aborî, civakî hebe jî, gor tirkan gelek baş dimeşe.Lewra gelê tirk, organîzekirî ye û xwediyê gelek partî ûrêxistinan ne. Partiyê heyî (HDP jî di nav de), partiyê sîstemêû dewletê ne. Ev partiyan ji bona ku dewleta xwe xurt bikin, jidewleta xwe re xwedî derkevin, civata xwe gorî xwe pêş bixin,xebat dikin. Loma jî partiyên sîstemê û dewletê xebatên xweyên hilbijartinê baş dimeşînin.

Partiyên sîstem û dewletê ji bona ku bi serkeftî bin, xebatek gelek bi plan û bi hevrikî û xurt dimeşînin. Di navbeyna hevûdu de tifaq ava dikin. Her yek bi serê xwe û bi tifaq dixwazin di desthilatdariya herêmî de para mezin bigrin destê xwe.

Hîç şik tune ye ku ji bona tirkan hilbijartin, ji bona ku sîstem û dewleta kolonyalîst bê rêvebirin, li Kurdistanê sîstema kolonî û dagirkerî bê parastin, xwediyê wateyekê û armanceyekê ye.

Dema ku di derbarê Hilbijartina Herêmî de niqaşeyan dest pê kir, dîsa hat payîn û pêşniyar kirin ku ev “tifaqa cumhur” dê dom bike. Di destpêkê de jî daxuyaniyên her du partiyan ev tifaqa îşaret dikir. Lewra MHPê di destpêkê de diyar kir ku dê li Stenbolê namzet ji bona serok şaredariyê nîşan nede.

Lê piştî demekê di destpêkê de MHPê diyar kir, ku dê xweser beşdarî hilbijartina herêmî bibin. AK Partiyê jî diyar kir ku dê xweser bikevin hilbijartinê,

Lê ev niqaşa ya tifaqê neqediya. Encama hevdîtina serokên herdu partiyan, diyar kirin, ku dê di hilbijartina herêmî de tifaq çê bikin. MHPê diyar kir ku dê li Stenbolê, li Enqereyê, li Îzmîrê namzetên serokşeradarî diyar nekin.

Gelek aşkere ye ku her du partî dê nûha şûnde namzetên xwe gor tifaqê diyar û parve bikin.

Ji bona vê herdu partî di nav hewildeneke gelek xurt de ne.

CHP, partiyên din yên mixalîf Partiya Baş û Partiya Saadetê ji bona ku zora AK Partiyê bibin, dixwazin tifaq ava bikin. Lê hîn ji bona vê tifaqê di nav danûstandinan de ne. Hîn encam negirtine.

CHPê ji aliyê din jî dixwaze bi PKK/HDPê tifaq li dar bixe. Lê naxwaze, ku vê tifaqê aşkere û vekirî ava bike. Loma jî rêya veşartî bi kar tîne.

Xebata mixalefetê li hemberî tifaqe AK Partî û MHPê di vê qonaxê de qels xuya dike. Lê dîsa jî hevriyeke xûrt û bêpîvan dom dike.

Partiyên sîstem û dewleta kolonyalîst, ji bona ku pirsgirêkên mezin yên li Tirkiyeyê hene û di serî de jî pirsa Kurd û Kurdistanê çareser bikin, projeyekê pêşkêş nakin

HEZAR MIXABIN LI KURDISTANÊ JI BONA KU TEVEGAREKE KURD TUNE YE Û PARTİYÊN KURDISTANÊ BÊ HÊZ IN, XEBAT TUNE YE…

Li Bakurê Kurdistanê dagirkerî û kolonyalîzma Dewleta Tirk didomîne. Loma jî aşkere ye, ku hilbijartin ji bona kurdan, kurdperweran, partî û rêxistinên Kurdistanê; mijareke taktîkî ye.

Divê kurd û rêxistinên Bakûrê Kurdistanê, her dem platforma hilbijartinê bi kar bînin. Lê nayê wê wateyê ku partiyên Kurdistanê û kurdperwer dê daîmî beşdarî hilbijartina bibin.

Divê kurd û kurdperwer, rêxistin û partiyên Kurdistanê, dema şert amade bibin, wê demê beşdarî hilbijartinan bibin; lê di hilbijartinan de ji armance stratejîk jî dûr nekevin. Bi platforma hilbijartinê, xizmetî avakirina tevgereke mılî ye û serxwebûna Kurdistanê bikin.

Hezar mixabin PKK (partiyê wê yên leqal û nûha HDP), girêdayî mîsyona xwe ya dîrokî û xerab, kurd, rêxistin û partiyên kurdan û Kurdistanê di hilbijartinan de ji armanca stratejîk û ji qerekteran hilbijartinê ya taktîkî dûr xistin.

Partiyên Kurdistanê hezar mixabin xwediyê hêzêkê nîn in, ku li ser hilbijartinê herêmî giraniyek û bandorek daynin. Beriya sala 80yî partiyên Kurdistanê xwediyê hêzeke mezin bûn, serokşeradarî û parlamenterî qezenç dikirin. Lê di vê qonaxê de ev derfeta wan tune ye.

Loma jî partiyên Kurdistanê di xebata hilbijartina herêmî gelek qels in.

 Li gora we divê tevgeraKurd di van hilbijartinan de çawa tevbigere?

TEVEGEREKE KURD LI BAKUR TUNE YE. BES KOMIKÊN SİYASÎ Û KESÊN KURDPERWER HENE. LOMA DIVÊ STRATEJIYA ME YA SEREKE TEVGEREKE KURD YA MILÎ AVA KIRIN BE…

Bersîv: Ez dixwazim di destpêkê de diyar bikim ku pirsa we ne rast e û ne di cî de ye. Lewra hûn li Bakurê Kurdistanê qala “Tevgera Kurd” dikin. Lê li Bakurê Kurdistanê “tevgereke Kurd” tune ye.

Piştî salên 1974an û beriya sala 1980 gorî pîvanên sosyalojiyê û siyaseta milî, Tevgereke Milî ya Kurd, li Bakûrê Kurdistanê hebû. Lê pişt re bi destê dewletê û PKKê hat tasfiye kirin.

Di vê qonaxê de grûb û komîkên biçûk, partî û rêxistinên bê hêz yên milî, şaxsiyetên kurdperwer hene.

Mirov dikare ji bona van grûb û komikên biçûk yên milî, ji xebat û tevgerandina van ya hilbijartina herêmî qal bike.

Divê ev komik û grûbên siyasî, partî û rêxistinên Kurdistanê di destpêkê îlan bikin, ku “PKK/HDP ne kurd e û temsîla kurdan nake. Ew rêxistina, ya sîstem û dewleta Tirk e. Loma jî ne tifakarên me ne.”

Pişt re li hev rûnin dê platforma hilbijartinê, dê çewa ji bona avakirina tevgereke milî ya kurd bi kar bînin li hev bikin. Platforma hilbijartinê ji bona vê armanca stratejîk bi kar bînin. Lewra dema ku ev platforma bi vê armancê bi kar bînin, divê qonaxê de şeredarî qezençkirin bidin aliyekî.

Ji bona ku platforma hilbijartinê bi kar bînin, dikarin bi hev re li çend bajaran bi namzetan jî nîşan bidin.

Loma jî li Bakûrê Kurdistanê ji beşdarbûna hilbijartiné girîngtir, hewcedarî bi avakirina Tevgereke Milî ya Kurdistanê heye. Ew jî bi xebatek hevbeş tê holê.

Neteweya Kurd, ji bona serxwebûn, azadî, desthilatdarî, serweriya xwe; ji bona ku dewleta xwe ava bike, 200 sal e ku têkoşîneke bê hempa ya milî û rizgarîxwaz û serxwebûnxwaz didomîne.

Ev têkoşîna miletê kurd, hezar mixabin, di çarçeweke hevbeş de nayê domandin. Lewra Kurdistan di sala 1639an de encama Peymana Qesrî Şirînê bû du parçe û di sala 1923an de encama Peymana Lozanê bû çar parçe.

Loma jî têkoşîma miletê kurd, pêşî di sînorên du împeratoriyan de û pişt re jî di sînora çar dewletên kolonyalîst de hat domandin.

Hîç şik tune ye ku ji bona ku têkoşîna milî û dewletavakirina neteweya kurd di sînora çar dewletan de domand, pêvajoya tevgera milî ya Kurdistanê li her dewletekê cûda bû. Qerektera dewletên kolonyalîst taybetiyên cûda da tevgera milî ya netweweya kurd.

Loma jî Tevgera milî û dewletavakirinê; li Tirkiyeyê, li Îranê, li Sûriyeyê, li Iraqê di demên cûda de, bi rêxistinên cûda, bi metodên cûda domand. Hîn jî didomîne.

Tevgera milî ya Kurdistanê li her beşekî Kurdistanê di qonaxên cûda re derbas bû û hat gihîşt vê rojê.

Di ev dema ku em têde dijîn de, dema rewşa neteweya kurd û tevgera milî ya Kurdistanê li her beşên Kurdistanê bê şirovekirin, gelek bi hêsanî ev cûdabûn xûya dike.

Divê kurdperwer û kurd û kurdistanî, hîç şik tune ye ku di beşa xwe de xwe rêxistin bikin, têkoşîna xwe di beşên xwe de bimeşînin. Lê hemû beşên Kurdistanê bi hev re di nav hevkarî û piştgiriyekê de bin. Ji bona pêşerojê, ji bona yekîtiya neteweya kurd û Kurdistanê derfet çê bikin.

Li Bakûrê Kurdistanê tevgera milî di destpêka sedsala 20an de di çarçewa rejîma Kemalîst de dest pê kir, heta îro domand.

Li Bakûrê Kurdistanê di vê merheleyê de hezar mixabin tevgereke milî ya sosyolojık û rêxistineke ku bersîva hewcedariya neteweya kurd bide tune ye.

Ez ji bona vê yekê pêşniyerekê pêşkêş dikim.

Em kurd in. Kurd, neteweyek e. Neteweya kurd, li Rojhilata Navîn dijî. Kurd, neteweke kevn e. Neteweya kurd, xwediyê dîrokeke hezar salan e. Welatê neteweya kurd, Kurdistan e.

Kurdistan, ji aliyê dewletên emperyalîst û kolonyalîstan de bûye çar parçe. Neteweya kurd jî, ji bona ku welatê wê bûye çar parçeyan, ew jî bûye çar parçe.

Kurdistan, welatekî kolonî ye. Koloniya, çar dewletan (Dewleta Tırk, Îran, Irak, Sûriye) e.

Neteweya kurd jî, neteweyekî bindest, kolonî, girêdayî ye. Neteweya kurd, ji hemû mafên xwe yên milî, desthilatdarî, serwerî bê par e.

Neteweya kurd, divê mafên xwe yên milî, desthilatdarî, serwerî qezenç bike. Qedere xwe bi îradeya xwe tespît bike.

Neteweya kurd, di qonaxa serxwebûn û azadiyê de ye. Ew jî bi têkoşîna rizgarî û serxwebûna milî çareser dibe. Têkoşîna rizgarî û serxwebûna milî li Bakûrê Kurdistanê, têkoşîna hemû kesên kurd e. Hemû çîn û tebeqeyên kurd e. Hemû rewşenbîrên, gundiyên, karkerên, sermeyedarên, axayên, serokeşîrên, mîrên û şêxên Kurdistanê ne. Kurdên sunî û elewî ye. Kurdên bawermand û bê bawermand e. Kêmneteweyên Kurdistanî ne. Nasyonalîstên, sosyalîstên, lîberalên, sosyal demokratên, dindarên Kurdistanê ne. Hemu rêxistin, partî, û grûbên siyasî yên Kurdistanî ne. Yên hemû komeleyên siwîl e. Yên jin, mêr, ciwanên Kurdistanê ne.

Loma divê hemû kurd bi hev re di nav xebat û têkoşîna rizgarîxawaz û serxwebûnxwaz de bin.

Dema ku neteweya kurd mafên xwe yên milî qezenç neke û dewleta xwe ava neke, tu kesên xwediyê fikir û proje û sîstemê cûda nikarin armancên xwe pêk bînin.

Divê beriya her tiştekî em bibin xwediyê mala xwe yanî dewleta xwe.

Ji bona xebata rizgarîxwaz û serxwebûnxwaz û dewletxwaz jî xebeteke hevbeş û rêxistinî ya hevbeş pêwîst e.

Ji bona avakirina vê rêxistinê divê KONGREYEKE MILÎ bê li darxistin.

Divê hemû berpirsiyarên çîn û tebeqeyên Kurdistanê; hemû rewşenbîrên Kurdistanê; berpirsiyarên gundiyên, karkerên Kurdistanê; sermeyedarên, axayên, serokeşîrên, mîrên û şêxên Kurdistanê; Kurdên sunî û elewî; Kurdên bawermand û ne bawermand; Kêmneteweyên Kurdistanê; Nasyonalîstên, sosyalîstên, lîberalên, sosyal demokratên, dindarên Kurdistanê; berpirsiyarên hemu rêxistin, partî, û grûbên siyasî yên Kurdistanê; berpirsiyarên hemû komeleyên siwîl; berpirsiyarên jin û ciwanên Kurdistanê; beşdarî vê kongreyê bibin.

Ev bi hev re encama niqaşeyek û xebateke bi plan ya demokratîk bernameyek kurt û zelal; destureke demokrat û plûral û hiqûqa navnetewî dipejirîne; bipêjirînin. Rêxistnek û tevgereke hevbeş ava bikin.

Hinek aliyên Kurda jinihave kêm zêde helwesta xwe eşkere kirine. Hun vê yekê çawadinirxînin û helwesta aliyên siyasî çawa dibînin?

HELWESTA BEŞEKÎ ALIYÊN KURDAN BAŞ E Û HELWESTA BEŞEKÎ ALIYÊN KURDAN GELEK XERAB E…

Bersîv: Ez dixwazim di destpêkê de bi giştî diyar dikim, ku siyaset, stratejî, mentalîteya partî û rêxistinên Kurdistanê yê di derbarê hilbijartinan de xwediyê problemeke mezin in. Beriya her tiştekî partî û rêxistinên me rastiya xwe, rastiya Tevgera Milî ya Balkuırê Kurdistanê nas nakin. Ew bi serê xwe mijareke girîng e. Divê serrast bibe.

Lê gorî baweriya min dema mirov li rewşa rojane û heyî mêze bike, di xebat û helwesta hilbijartina herêmî de, helwesta beşekî aliyên Kurd baş e û beşekî jî ne baş e.

HAK-PAR, bi namzetên serbixwe dixwaze beşdarî hilbijartina herêmî bibe. An jî ji derveyî namzetên xwe, dixwaze namzetên serbixwe yên kurdperwer re piştgirî bike. Lewra gor qanûna partiyên siyasî nikare wek partî beşdarî hilbijartinê bibe.

PAK û PSK, biryara xwe ji reya giştî re diyar kirin, ku dê bi hev re xebata hilbijartina herêmî bimeşînin, bi namzetên serbixwe beşdarî hilbijartinê bibin.

Ew helwesta 3 partiya gorî baweriya min pozîtîf û baş e. Nêziktirî milîbûnê ye. Dikare zêdetir xizmeta berjewenbdiya milî bike. Ji bona Tevgereke Milî ya Bakurê Kurdistanê ava bibe, dikare bibe alîkariyekê.

Helwesteke xweser e.

PDK-T, dixwaze ji PKK/HDPê namzetiyê bigre. Dibêjin ku wan PKK/HDPê re ji %90 li hevûdu kirine. Ev helwesta gorî baweriya min negatîf e. Ji tevgera milî ya Bakurê Kurdistanê re xizmet nake. Ji helwesta milîbûnê dûr e. Ji tevgera ku Tevgera Bakurê Kurdistanê tasfiye kirî re, alîkarî ye. Helwestekî îltîxakî ye.

Helwesteke xweser nîne.

Terefên din yên kurd (Platforma Kurdên Demokrat, Tevgera Azadî) hîn helwesta xwe ya di derbarê hilbijartinên herêmî de diyar nekirine.

Hun pêkanîna TifaqaKurdistanî pêwist dibînin yan na? Eger hun pêwîst dibinên gerekli ser çi prensîban Tifaqa Kurdî /Kurdistanî pê avakirin?

EZ TIFAQA KURDISTANÎ PÊWÎST DIBÎNIM. LÊ ÎRO ŞERTÊN WÊ TUNE NE…

Bersîv: Ji bona berjewendiya neteweya kurd, avakirin û pêşxistina Tevgera Milî ya Bakurê Kurdistanê, ji bona serxwebûna Kurdistanê tifaqa Kurdişstanî, her dem, di her şertan de pêwîst e. Lewra tifaqa partî û rêxistinên Kurdistanê yekîtiya neteweya kurd û kurdistaniyan dikare ava bike. Di hilbijartinan de dikare encamên milî bigre û platforma hilbijartinê bixwe xizmeta Tevgera Milî ya Bakurê Kurdistanê bike.

Tifaqa Kurdistanî, di çarçevoya eniyeke û koalîsyoneke plûral û demokrat û milî de pêk tê û ava dibe.

Tifaqa neteweyî, tifaqeke stratekjîk û civakî û milî ye. Bes bi komikên siyasî û partî û rêxistinên ku bê hêz û bi gel re pêwendiya wan tune ye, ava nabe.

Loma li Bakurê Kurdistanê di navbeyna komikên siyasî, partî û rêxistinê Kurdistanê de, di vê qonaxê de tifaqa Kurdistanî ava nabe. Li Bakurê Kurdistanê di vê qonaxê de “hevkarî” dikare bibe.

Tifaqa Kurdistanî, divê mitlaq ji derveyî PKK/HDPê be. PKK partiyek kurdan nîne, dijmina kurdan e.

TIFAQA KURDISTANÎ DIVÊ BÊ QEYİD Û ŞERT DIVÊ AZADIYA Û SERXWEBÛNA Û DEWLETBÛNA KURDİSTANÊ BIPARÊZE…

Divê partî û rêxistinên kurdan, kurdperweran çi bi serê xwe, çi bi hev re, çi bi hevkarî û çi bi tifag û koalîsyon dema ku xebata xwe meşandin, divê bizanin ku welatê me Kurdistan hatiye dagirkirin. Kurdistan, koloniya çar dewletên kolonyalîst e. Neteweya kurd li Bakurê Kurdistanê, ji mafê serwerî û desthilatdarî bê par e. Mafên neteweya yên milî hatine xesip kirin.

Loma wezîfeya kurdperweran, rêxistin û partiyên Kurdistanê ya stratejîk ew e ku neteweya kurd azad bikin. Welatê me Kurdistanê ji dagirkerî xelas bikin. Li welat serwerî û desthilatdariya neteweya kurd û Kurdistaniytan ava bikin.

Ew jî kêmtir di çarçevoya statuya dewleta federe de dibe. Ji bona neteweya me esas armanc jî, dewlet xwe ava kirine. Wek her miletekî bibe xwediyê dewleta xwe.

Tifaq û koalîsyon û hevkarî û eniyên vê bernnameyê biparêzin dibin kurdistanî û milî.

Divê ev bernameya, di her platformê de, di platforma hilbijartinan de, di platforma dadgehê de, di platformên dewleta kolonyalîst yên din de, di çapemeniyê de, di meclîsê de, di şaredariyan de bê qeyid û şert bê parastin.

Amed, 05. 12. 2018-12-05

Îbrahîm GUÇLU

Back to top button