PolîtîkRojev

Tifaqa HDP û CHPê dibe yan na?

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê behsa hilbijartinên pêşwext tê kirin. Muxalefet bi gelek minasebetên xwe de rojanê hilbijartinên pêşwext tine rojeve û li himber vê yekê desthilat bi israr dide xûyakirin kum dê hilbijartin di wextê xwe de çêbibin.

Lê rastiyek jî heye , tu hêzek a muxalefetê tuneye ku desthilatê mecburê hilbijartinên pêşwext bike. Desthilat bi xwe yanî AKP û MHP eger bi awayekî rewşa xwe baş bibînin , dikarin manewrayek siyasî bikin û hilbijartinên pêşwext li darbêxin.

Tişta ku li hole heyî, du bere li Tirkiye vekirî hene. Tifaqa Cumhur(AKPû MHP) û Tifaqa Millet( CHP, IYI Parti, SP). Lê di hilbijartinên şeredariyan de taybetî li bajarên mezinên Tirkiye hat dîtin ku hinek tifaqên nehînî jî çêbûn.  Wek tifaqa CHP û CHPê.

Tifaqa nehîn di navbera CHPê û HDPê de pêkhat. Bê guman hemû tifaqên nehînî çewtiyekî jî di nava xwe de peyda dikin. Ew tifaqa ku tu nikaribî eşkere bikî û prensîbên li ser hatîn avakirin neyên diyar kirin, ew dibe tifaqek li ser berjewendiyên kesayetî û rêxistinî.

Niha cardin gotubêj li ser tifaqê tê kirin. Ya ku herî zêde tê minaqeşekirin , gelo dê HDP di nava Tifaqa Millet de cih bigre yan na. Heta vê gavê IYI Partî vê yekê qebûl nake. Lê CHP jî şansê ku bê li ser desthilatê hevkariya li gel HDPê de dibîne. Ji bo vê jî di van rojên dawiyê de CHP vekirî pêwendiyek germ di nava xwe û HDPê de peyda kiriye. Lê hêja eşkere behsa Tifaqê nakin. CHP vekirî dibêje divê HDP eşkere bike ku, tu girêdana wan li gel PKKê tuneye. Lê tu cara HDP di rasyiya xwe de nikare vê yekê bike. Ji ber ku dema HDP eşkere behsa tunebûna girêdana xwe û PKKê bike, gelek tişt têne guhertin.

Hingê misyona ku HDPê ji bo hatî damezirandin ji holê radibe û HDP dibe tiştek din. Tê zanîn ku Koardinatorê “pêvajoya çareseriyê“ wezîrê berê Beşir Atalay, eşker kirîbû ku, HDP ji aliyê Ocalan û Fidan ve hatiye damezirandin.

Di rastiya xwe de HDP projeyek a PKKê û Dewletê ya ji bo “pevajoya çareseriyê“ bû.

Eger niha HDP xwe ji bandora PKKê derêxe û xwe ji PKKê dûr bêxe, dê beşek ji HDPê ber bi dewletê ve jî herin. Yanî bi awayek din HDP belav dibe. Hêza HDPê ji PKKê ye. Na eger wek carên din tenê li dijê Erdogan yekitiyek bê çêkirin ew tiştek dine û CHP ji vê yekêre ne gelekî amade ye. Ji ber ku di nava CHPê de jî herkes germî li tifaqa gel HDPê nanêre.

CHP ji bo behsa pirsa Kurd nekê hewl dide ku , pirsa kurd li bakurê Kurdistanê bi kesayeta HDPê de bibîne. Ev yek ji xwe eve dehên salane ji aliye desthilat û muxalefetê tê kirin. Di van demên dawî de gotina ku pirsa Kurd û HDP/PKKê ji hev cuda dikin ketiye rojeva hinek aliyên siyasî.

Lş herkese li gora xwe hesabekî li ser HDPş dike.Dê HDP çi bike nayê zanîn.Biryara biryara Qendîl e. Heta niha Ocalan bş denge, lê dixweyê di qonaxek pêwîs de, dê Ocalan derêxin meydana ê helwesta wî eşlere bibe. Lê dê helwesta Ocalan li gora daxwaziya desthilatê be. Wek hilbijartinên şeredariya, belkî cardin HDP guh nedê Ocalan. Ji bo vê yeke dixweyê cardin daxwaziya Qendîl dê bandora bingehîn li HDPê bike.

Hergava hilbijartin naz bibin dê helwest û rewşa partiyan jî zelaltir bibe.

Nûçe/Analiz

Back to top button