Şirîkatîya qederê di navbera Heşda Şebî û PKK de !
Ne tesadûf e ku êrîşa li dijî Ala Kurdistanê û baregehên KDP li Bexdayê piştî rêkeftina Şingalê pêşketî. Ev êrîş planeke. gef û êrîşên li dijî Herêma Kurdistanê di vê dawiyê de hemî bi heman planê tê rêve birin. Wusa dixuye ku kesên ev plan çêkirin biryar dane ku piştî peymana di derbarê Şingal bizûtir û dijwartirîn tevbigerin. Ji ber ku peymana Şingalê ya ku ji hêla Hikûmeta Bexda û Hewler ve hatî îmzekirin tevgereke ku tê wateya destpêkirina pêvajoyek nû.
Beramber her pêngaveke nû ya Kurda hêzên dagirker û hevkarên wan jî dijî wê dije pêngav avêtine. Diyalektîkek wusa neguherî heye. Enîyek bi pêşengiya Îranê jî li dijî pêngava Şingalê heye. Dewleta Îranê û hevkarên wê ji bo jinavbirina vê peymanê hewlek taybetî didin. Dixwazin atmosferek kaosê ava bikin. Bi rastî, peymana Şingal ne tevayî pêngava tevgera Kurd e, tenê beşek ji wê ye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nav hilpişkîne kî siyasî, aborî û dîplomatîk de ye. Şingal beşek ji vê pêngavê ye. Dujminên Kurda hewl didin ku vê pêngava dîrokî asteng bikin.
PKK heşda şebî ya Sergirtî ye
Iran di şûna ku rasterast pêşiya pêngava Kurdistanê bigire, dixwaze rêbaza ku bi salan e li Rojhilata Navîn tê sepandin bikar bîne. Dê ji bo vê yekê jî PKK û Heşda Şebî werin bikar anîn. PKK ê di meha Tebaxê de li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê şer îlan kiribû. Piştra, di 30 Çirî yê de, êrîşek mûşekî li Hewler hate kirin. Diyar bû ku hêzên Heşda Şebî ev êrîş pêk anî ye. Dûv re, di 8 ê Çirî yê de, midîrê gumrika deriyê Serêzêrî Xazî Salih Alîxan ji hêla PKK ê ve hat şehîd kirin. Ne tesadûf e ku ev hemî bûyer li hev kom dibin. Ev êrîşe di encama biryara navenda kî hevbeş dihêne meşandin. Bi rastî, cûdahiyek mezin di navbera Heşda Şebî û PKK ê de tune ye, Weke cêwîka nin. Herdu hêz ji 2013an ve bûne şirîk, û heta PKK jî Heşda Şebî ye, ku li Başûrê Kurdistanê hatîye cîhkirin.
Şîrîkîya Heşda Şebî û PKK ê ya qederê
Di sala 2013 an û virde, PKK geşedanên li Rojhilata Navîn dît û kete nava hewildana ku hêza xweya leşkerî pêxe nava bazirganîya sîyasî. Ango hêza xweya leşkerî bifirorşe. Jixwe hevkariya PKK ê bi Îranê re ji salên 1980an dest pê dike. PKK di 2013an de ew peymana xwe bi Îranê re nû kir. PKK ê qebûl kir ku li beramberî ku wî erdnîgariya Kurdistanê bidene wan, PKK jî li gorî berjewendiyên Îranê hêza xwe ya leşkerî cîh bike û bibe parazvanê Îranê li herêmê de. Di çarçoveya vê peymanê de, hêzên PKKê di gava yekem di 2014an de bi hatina Kerkûkê avêt. Piştra, PKK hêzên xwe yên leşkerî Mexmûrê cîh kirin. Cîbûna PKK ya Şingalê jî bi fermana Îranê pêkhatîye. Di nav çend mehan de leşkerkirina hêzên YBŞ yên girêdayî PKK ê li Heşda Şebî, û dabîn kirina meaş û cebilxane ne rewşek bi gelê Êzdî ve têkildar nîne. Ew bi talîmata ku Îranê dabû hikûmeta Iraqê ve pêk hatî ye.. PKK îhaleya Şingalê ji Îranê standîye. Li gorî vê îhaleyê, PKK ê destkeftiyên mezin bi dest xwe xistin.
PKK ê bi kevçî ya da Şingalê û bi heskû jê wergirt
Ger em li daxuyaniya PKK ê ya ku di bêjin me pir bedel li Şingalê daye binêrin, em dikarin viya bi zelalî bibêjin: Erê, PKK ê li vir windahî da, lê PKK ê ji ya ku dayî pirr zêdetir ji Şingalê stand. PKK di berdêla kontrolkirina xeta navbera Kerkûk Şingalê de li ser navê Îranê; ranta sîyasî, temînata jîyana fermandarên wê, cebilxaneyêk bêsînor, serbestîya çûna û gera li Rojava û rêdana bikaranîna hemî destkeftiyên aborî, erdnîgarî û siyasî yên li herêmên YNK ê bi dest xistiye. PKK niha nekare li Bakurê Kurdistanê xwe bilivîne. PKK tenê ew cihên ku Îranê jêre vekirî bizavê dike. Rêveberên wekî Cemîl Bayık, Mustafa Karasu û Besê Hozat ji ber ku dewleta Îranê jiyana wan temîn dike li dora Suleymaniyê bicîh bûne. Bi kurtî, PKK ê bi kevçî da Şingalê û heskû ji wan stand. Her weha, çîhbûna PKK ê ya li Şingalê jî mijarek pir cûda ye.
Sedema ku PKK ê ji serê biharê ve bi hinceta Zînê Wertê bi zanebûn zixta deverê bilind kir, û ji bo Şingalê ew qas qiyamet rakirin jî , ji ber guhertina sîstema ku ji 2014 an ve mifayek mezin jê girtiye ye. Yek ji gavên ku ji bo guhertina vê sîstemê jî bi peymana Şingalê hatîye avêtin. Berevajî propaganda ya PKK ê, ev peymana dê Şingalê ji dagirkerîya Tirka biparêze. Ev Peyman e garantî kirina jîyan, mal, milk û pêşeroja gelê me yê êzdî ye.
Yên ku şewitandina Ala Kurdistanê şermezar nekirî, şirîkên şewatkaranin
Di roja 17 çirî yê de li Bexda êrişek liser baregeha PDK pêk hat û Ala Kurdistanê hate şewitandin. Li ser vê bûyera kirêt, Kurd a û hêzên siyasî yên cîhanî bi tundî bertek nişan da. Tenê yê bêdeng û kerr mayî, PKK bû. Ya rast, PKK nesekinî. Bêdengiya PKK ê wateya erê kirina êrîşa Heşda Şebî ya şewitandina ala Kurdistanê ye. Ji ber ku PKK û Heşda Şebî şirîkin. Biryara êrîşê de hevparin. Sedema ku PKK, li ser her çuka di firîn şîrove dike û bûyera li serê din yê cîhanê şermezar dike, lê êrîşa li dijî nirxên Kurdan paşguh dike. Ev jî nîşana şirîrîkî ya li gel heşda şebî ye. Çapemeniya PKK û malperên medyaya civakî piştgirî dan Heşda Şebî.
Tenê yek bangawazî heye mirov li PKK ê bike; Divê PKK dev ji hevkariya Îranê berde û zarokên gelê Kurd neke hêza Heşda Şebî. Divê PKK dev ji qurbankirina berjewendiyên gelê Kurdistanê hember berjewendiyên xwe yên hizbî berde.
Darkamazî