Polîtîk

The National Interest: Biden ji bo Kurdan baştirîn Serokê Amerîka dibe

Malpera kovara “The National Interest” ya Amerîkî babetên bi navnîşana “Joe Biden, dibê yekem Serokê Amerîka ku zêdetir piştevaniya Kurd bike” belav kiriye û balkişandiye li ser wê yekê ku Joe Biden bi tevahî dijî Enqere û Bexdayê kar dike, bo ku Kurdan bi parastî bihêlê û wê axaftinê bi tevahî red bike ku herdem Kurd dibêjin û behsa ewe dikin ku “tenê çiya piştevanê Kurdin”

Kovar nivîsiye li gor wan axaftinên ku Bolton li pirtûka xwe de nivîsiye, Trump gelek dijî Kurd bûye û du car jî biryara vekişana hêzên Amerîka li Bakurê Rojhilata Sûriyê daye ku bi wê sedemê ketine ber êrîşa hêzên tirkiye û ziyaneke mezin li ber wan ket. Ev biryara Trump jî bi tevahî Amerîkîyan aciz kir û nerazîbûn û dilgiraniyeke zêde li beranber Trump û Hikûmeta wî nîşandan.

Li gor rapirsî û pîvanên ku li Amerîka di derbarê bernameya siyaseta derveya Amerîka ji aliyê Biden berbijêrê demokratan û Trump berbijêrê komariyan li nav welatiyên Amerîka hatiye encamdan û derketiye ku Biden yekem Serokê Amerîka dibê ku li siyaseta derveyê Amerîka zêdetir piştevaniyê li Kurdan dike û ji wê dema Serokê Lîjneya Peywendiyên Derveyê Encûmena Pîran û Cîgirê Serokê Amerîka jî bû Biden girîngiyeke zêde bi Kurdan daye. Bi taybetî jî ji bo Kurdên Iraqê, li dema Cîgirê Serokê Amerîka jî bu 24 car serdana Başûrê Kurdistanê kiriye û peywendiyeke gelek baş jî li gel serkirdeyên Kurd heye. Ji bo wê yekê hebûna Biden bi Serokê Amerîka ji bo Kurdan gelek girîng û bi bandor dibê.

Kurdan ji bilî wê yekê li Iraqê cureyeke bi xwe birêveberiya wan heye, lê belê berdewam kêşeyên kûr li gel Bexda heye. Li Sûriye û tirkiye jî nakokî û gengeşeyên kûr dane li gel Hikûmeta Enqere û çendîn sale şer û nakokî û wêranî li navbera her du aliyan de heye. Ji bilî wê yekê Biden li axaftina xwe de dûpat li siyaseta Amerîka kiriye û PKK bi “rêxistineke terorîstî asayî” bi navkiriye, nekî metirsîdar û polênkirina wekî rêxistineke terorîstî Da’îş, lê belê tenê bi kêmtir behskirina PKK ji rêxistineke terorîstî Da’îş, Erdogan û tirkiye gelek aciz kiriye û medyayên ser bi Erdogan û partiya wî dest bi helmeteke mezin ya dijî Biden kirine.

Erdogan û partî û hikûmeta wî dehan tometên cûda ji bo Biden peyda kirine. Ji ber axaftinên wî yên vê dawiyê ya li piştevanîkirina Kurdan û hewldana ya li rêya yekxistina rêzên Kurd û piştevanîkirina partiyên rikeberên Erdogan ya ji bo dûr xistina Receb Teyîb Erdogan ji Serokayetiya tirkiye. Ev helmeta saxtekariya ku medyayên tirkiye dest dane dijî Biden, belgeya eweye ku li egera hebûna Biden bi Serokê Amerîka, guhertineke mezin li ser siyaseta derveya Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka beranber tirkiye û Rojhilata Navîn pêktê.

Jonathan Guyer lêkolînerê ji Navenda The American Prospect li vî derbarî de rexne li Biden digre û dibêje: Pêwîste siyaseta derveya Amerîka li ser wê stratejiyê biçe ku Encûmena Asayîşa Neteweyî dadîtin. Bi piştrastiyê ve girîngîdana Kurdan û parastina wan karekî başe, lê belê bigihe wê astê ku tirkiye û Sûriye û Îranê bike dijminê dijwarê Amerîka, renge li paşerojê de kêşe ji bo Amerîka li navçeyê de pêkbîne. Ji bilî wê yekê ku kêşeya wan gelan li ku navçeyê hene li gel Kurdan gelek kevnare, ji bo wê yekê pêwîste Amerîka hevsengiyê li navbera wan da rabigrê.

Heta niha 24 car serdana Herêma Kurdistan û Iraqê kiriye

Li gor wan zanyariyên ku kovar belav kiriye, yek ji wan sedemên li 2003 ku wiha li Biden kiriye deng ji bo weşandina gurza serbazî li rejîma Seddam bê dayîn, girîngîdana wî ya bi Kurdan bûye û hewldana wî ewe bûye ji bo parastina wan ji komkujiya zêdetir ku ji aliyê partiya Be’es ve dijî Kurdên Iraqê hatiye encamdan û di dema li nava Encûmena Pîran jî ew bi dengê bilind ve got, Seddam bi awayeke wehşiyane komkujiya xelkê sivîl dike, Kurd baştirîn mînakin ku bûne qurbanê destê wê rejîma dîktator û pêwîste dawiyê li wî bînin. Ji bilî wê jî Biden wê demê hişyariyê daye ku pêwîste piştî rûxana Sedam jî Kurdan biparêzîn. Ji ber ku metirsî heye dema Kurd dest li ser kêlgehên neftê bigrin, tirkiye êrîşî wan bike û wê yekê qebûl neke û hemû şiyanên xwe ve ji bo rêgirîkirina li dirustbûna dewleta Kurdî bigre.

Biden cara yekem li 2002 serdana Başûrê Kurdistanê kiriye li wê dema ku Senator bû û li gel Jack Hagel çûne Hewlêr û li Parlemena Kurdistanê axaft û dûpat li wê yekê kir ku Kurdistan wekî Polonyaya Rojhilata Navîne û sozê da wan ku Amerîka piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike û êdî ne bi tenê çiya piştevan û dostê we ne.

Ji bilî wê jî Biden li 2007 projeya dabeşkirina Iraqê ya li ser sê Herêman xisterû û bi tundî jî piştevaniyê lê kir û dûpat kir ku eve bi rasttirîn plane ji bo rewşa niha ya Iraqê. Ji bo wê yekê ku rêgiriyê li pevçûn û alozî û tundutiyan bê kirin, ji ber ku Kurd nikarin destberdarê wan mafan bibin ku li serdema şerê duyemê Kendavê ve bi dest xistine.

Li van dehsalên derbasbûyî piştevaneke tund ya mafên Kurdan bûye

Piştî bûna bi Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka, Barack Obamayê Serok dosyeya Iraqê bi tevahî radestî Joe Biden kiriye û ewî jî heftane guftûgoyê li gel serkirdeyên siyasiyên Iraqê kiriye û gelek pêwîst buye bi rewşa Iraqê ve, herdem jî peywendiyên li gel Nûrî Malîkî Serok Wezîrê wê demê yê Iraqê li aloziyê da buye.

Di derbarê peywendiyên wî yên li gel Kurdan, kovar nivîsiye, dostayetiyeke gelek baş li gel Celal Talebanî Serok Komarê berê yê Iraqê û Mesûd Barzanî Serokê berê yê Herêma Kurdistanê hebu. Lê belê bihêztirîn peywendiya wî li gel Mesûd Barzanî heye ku dîroka dostayetiya wan vedigere heta 20 sal berê. Ben Rodis Cîgirê Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Amerîka li serdema Obama de dibêje: Biden hindî peywendiyeke bi hêz û nêzîk li gel Barzanî hebû, navên hemû neviyên Barzanî jî dizanî.

Piştî êrîşa Da’îş ya li ser Herêma Kurdistanê, Biden pêdagiriyeke zêde li ser şandina hêzên Amerîka ji bo Hewlêrê kiriye û bikaranîna firokeyên cengiyên Amerîka ya ji bo parastina Hewlêrê jî kiriye. Ji wê demê ve peywendiyên serbaziyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê pêşveçûneke gelek mezin bi xwe ve dîtiye. Her wiha li rêya Herêma Kurdistanê ve Amerîka hevkarî û alîkariyê gihande Kurdên Sûriye jî heta ku bi hemamehengî li gel navenda Operasyonên li Hewlêrê ya li şerê dijî Da’îş de berfirehtir bê kirin.

Ji bilî wê peywendiya bihêz ya li gel Barzanî, lê belê Biden di dema referandumê nîgeran bû û daxwaz dikir ku peywendiyên Hewlêr û Bexda pêdaçûnek li ser bê kirin û hengavên girîng û stratejî li ber bigrin ji bo aramiya siyasî û asayîş û aboriya li navbera her du aliyan de. Heman demê de tirkiye guvaşeke zêde kiribu, heta hêzên YPG bi “terorîst” bêne nasandin, lê belê Biden bi tundî eve red kir.

Baz Ehmed

çavkanî:https://nationalinterest.org/blog/middle-east-watch/joe-biden-will-be-america%E2%80%99s-most-pro-kurdish-president-166909

Back to top button