The Guardian: Barzanî amade nebû Obama bibîne

Rojnameya navdarê Brîtanî The Guardian li raporekî xwe de balkişandiye li ser wê yekê ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî amade nebû li gel Serokê Amerîka Barack Obama bicive, eve jî ji ber nîgeraniyên Barzanî ya di derbarê lîsta terora Amerîka bû.
Li gor raporê ku nûçegihanê Rojnameya The Guardian Orlando Kirokiroft ji Hewlêrê amade kiriye, Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikumeta Herêma Kurdistanê bi Konsolxaneya Amerîka li Hewlêr ragihandiye, heta ku navê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê li lîsta terora Amerîka neguhere û dernexe, Mesûd Barzanî serdana Amerîkayê nake û li gel Barack Obama Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka komnabê.
Biryar bû li 27/01/2014 Barzanî serdana Amerîka bikira û li gel Obama kombibûya, lê belê Barzanî serdana xwe hilweşand. Li sala 2001 ve YNK û PDK xistine nava lîsteya reş bi sedema wê yekê ku li dijî rejîma Seddam Husên şer kirine.
Her wiha li raporê de Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikumeta Herêma Kurdistanê balkişandiye li ser wê yekê ku ev nedadperwerane û sîtemkarane, sizadana xelkê Herêma Kurdistane.