Civak

Li salek de 52.749 mehrbirîn li Kurdistanê pêkhatiye

Li salek da li Herêma Kurdistanê mehra 52749 kesan hatiye birîn û 6417 zewac veqetiyane

Li gor amarên Encûmena Dadweriya Herêma Kurdistanê li sala 2013 an de rêjeya hevjîniyê nêzîkî 9 car zêdetirê rêjeya cûdabûn û veqetînêye.

Li gor amarên ku îro hatiye ragihandin li bajarê Silêmanî, Hewlêr, Dihok, Germiyan, Kerkûk 52 hezar û 749 mehrbirîn hatine tomar kirin. Zêdetira vê hejmarê jî li bajarê Hewlêrê bûye ku 18354 mehrbirîn hatine tomar kirin.

Heman demî de li beranber da 6417 veqetîn û cûdabûn bi sedemên cûda cûda hatine tomar kirin. Bi heman awayî zêdetirê haletan li bajarê Hewlêrê bûn ku 2760 halet hatine tomar kirin.

Back to top button