Polîtîk

Tevgera Goranê parçe bû

Li gor rojnameya Rûdaw ku, ji başûrê Kurdistanê weşana xwe dike, sê kadiroyên serokatiya Tevgera Goranê bi navê; Qadirî Hacî Elî, Salar Ezîz û Osmanî Hacî Mehmûd berî 15 rojan ji Tevgera Goranê cudabûne û kar digel wê tevgerê nakin.

Rojnameya Rûdaw eşkere dike ku, wan her sê kadiroyên Tevgera Goranê li ser awayê avakirina Civata Niştimanî ku, ji bo serokatiya Tevgera Goranê hatiye pêkanîn, nerazîne. 

Her sê kadiroyên ji Tevgera Goranê cudabûyîn dibêjin ku, ew Civata Niûtimanî bi biryara Newşêrwan Mistefa serokê Goranê hatiye avakirin û pirs bi wan nehatiye kirin.

Li gor rojnameya navborî, Newşêrwan Mistefa gelek caran peywendî bi wan her sê berprisên xwe ji Goranê cudakirî, kiriye û daxwaz ji wan kiriye ku, poşman bibin û careke din vegerin nav Tevgera Goran û weke berê dest bi karê xwe bikin, lê hewlên wî bê encam bûn.

Li dor vê pirsê, Yusif Mihemed berprisê ofîsa lêkolînan a Tevgera Goranê ji Rûdawê re dibêje: “raste li ser awayê avakirina Civata Niştimanî nakokî hene û danûstandin digel wan her sê berprisên cudabûyî ku careke din vegerin nav tevgera Goranê berdewam in. Gelek çavdêrên siyasî vê yekê bi destpêka parçebûna Tevgera Goranê dizanin.

Back to top button