Civak

Tevgera Goran dixwaze hêzeke leşkerî avabike

Li gora nûçeya Tora Medya Rûdawê; Tevgera Goran bi pêkanîna hêzeke bi navê “Hêza Parastina Goran” ve mijûl e. Endamekî Encûmena Rêveberiyê ya Tevgera Goranê jî diyar dike ku ev mijar di nav cemawer û serkirdetiya Goranê de, bi awayekî cidî bûye cihê behskirinê.Tevgera Goran bû hefteyek bi gotûbêjkirina çawaniya pêkanîna hêzeke leşkerî ya bi navê “Hêza Parastina Goranê” ve mijûl e. Li gor zanyariyên Rûdawê, bi her yek ji alîgir û pêşmergeyên berê û kesên ku xwe weke xwebexş nivîsandine, deh hezar kes kom kirine. Berpirsekî payebilind ê Goranê jî diyar dike ku Tevgera Goranê bi rêyên yasayî û destûrî, bi awayekî cidî li ser vê mijarê dixebite.Endamê Encûmena Rêveberiya Tevgera Goranê Şoriş Hacî ji Rûdawê re ragihand: “Mijara hêzên çekdarî di nav cemawer û serkirdetiya Goranê de, bi mebesta parastina xwe, bi awayekî cidî bûye cihê behskirin û xebatê. Em ji bo tolhildanê hêz pêk naynin, wê êvara ku teqe li me hat kirin, eger me rê bida alîgirên me temamê baregehên partiya wan ên li hemû bajar û bajarokan vala dikirin.”Mijara çekhilgirtina Goranê, piştî êvara dawiya dengdana hilbijartinên 12ê Gulanê yên Parlementoya Iraqê dest pê kir. Şeva 12ê Gulanê hêzeke ku hêj diyar nebûye ku kî bûn, gulle reşandin ser baregeha sereke ya Tevgera Goranê. Ev rewş, ku eger bi navbeynkariya hinek kes û hewldanên hikûmetê nebûna, dê biba destpêka aloziya du hêzên serdest ên devera kesk û nîlî.Şoriş Hacî eşkere kir: “Em bi xwe li vir bûn û raporta polîs jî heye, bi çekên giran, bi RPG, doçka û nîşangir gulle berdan hemû jûran. Bi taybetî wê jûra ku demeke berê, civîneke her çar aliyên Goran, Hevpeymanî, Yekgirtû û Komel li wir hebû. Ji ber vê yekê eger teqe bi çekên hikûmetê û bi leşkerên hikûmetê hatiye kirin, diviyabû ew kesê ku endamê Polîtburoya YNKê ye were girtin û were darizandin, çimku teqeyên ku hatine kirin, ji bo kuştina xelkê bû.”Li gor zanyariyên Rûdawê, Tevgera Goranê biryar daye ku heta Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi awayekî fermî kesên ku di şeva 12ê Gulanê de gulle berdane, şermezar neke û berpirsê wan kesan jî nede dadgehê, her kesekî ji Tevgera Goranê pêşwazî li kesek yan jî şandeke YNKê bike, li gor destûra navxweyî ya tevgerê, ji Tevgera Goranê dê were dûrkirin.

Back to top button