Polîtîk

Em dixwazin gelê xwe di derbarê rastiyekî de agahdar bikin

Wektê zanîn Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / HEREKETA AZADΠ , Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK), Partîya Demokrat a Kurdistanê -Tirkîye (PDK-T), Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK), Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) di nava xwe de li ser hinek prensîban Tifaka Kurdistanî ya Hilbijartina pêkanîbûn.

Piştî ku van aliyan tifaqa xwe ragihandin li gel aliyên di ne nava Tifaqa Kurdistanî de hevdîtin pêk anîn. Yek ji wan aliyan jî HDP bû.

Îro li Diyarbekirê Tifaqa Kurdistanî li ser naverok û encama hevdîtinên li gel HDPê konferansek rojnemevanî li darxistin.

Di derbarê hevdîtinên li gel HDPyê yên ji bo tifaqa hilbijartinan de ji raya giştî re agahdarî:


Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan(Hareketa Azadî, PAK, PDK, PDK-T, PSK)  ji bo di hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de , li gel prensîbên xwe yên sîyasî bikaribe tifaqeke berfireh pêk bîne, di 2 ye Gulana 2018an de  ji raya giştî re hatibû ragehandin .

Pişti îlan kirina vê tifaqê, me li gel HUDAPAR û HDPyê ji bo tifaqa hilbijartinan dest bi hevdîtinan kir.

Me di roja 2 yê Gulana 2018an de li gel Serokê Giştî yê HUDAPARê rêzdar Zekerîya Yapicioglu û heyeta HUDAPARê re hevdîtina yekemîn pek anî.Di vê hevdîtinê  de HUDAPARê  got ‘’Ji bo hevdîtinê me ji HDPyê qewl xwestîye, lê heta nuha tu bersîv nedane me. Em amade ne li gel we û HDPyê hevdîtinên ji bo tifaqa hilbijartinan pêk bînin’’.

Di roja 4ê Gulana 2018an de me li Amedê li gel Hevseroka HDPyê rêzdar Pervîn Buldan û heyeta HDPyê hevdîtina xwe ya yekemîn pek anî. Di vê hevdîtinê de, me nameyeke ku prensîbên me yên sîyasî yên ji bo tifaqa hilbijartinan destnîşan dikir, çawa ku me radestî HUDAPARê kiribû, herweha me radestî heyeta HDPye jî kir.

Piştî vê hevdîtina me ya yekemîn ya li gel HDPyê, Hevseroka HDPyê rêzdar Pervîn Buldan, li cîhê hevdîtinê, di daxuyanîya xwe ya çapemenîyê de got ‘’Ev prensîbên ku Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan pêşkêşî me kirine, ji xwe di bernameya me de jî hene û herweha prensîbên me ne jî’’.

HDPyê di van hevdîtinên me de got ‘’Di vê merhaleyê de em ne amade ne ku bi HUDPARê re tifaqeke hilbijartinê pêk bînin’’. Me jî ev bayana HDPyê di roja 7ê Gulanê de gîhand HUDAPARê. HUDAPARê, ji ber van xebat û hewlên me spasîya xwe pêşkêşî  me kir, herweha girîngîya van hewlan anî ziman.

HDPyê di roja 6ê Gulanê  de bi nameyekê bersîva nameya me da. Di vê nameya HDPyê de, her weke ku rêzdar Pervîn Buldan berê jî ragehandibû, digot ‘’Ev prensîbên ku Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan pêşkêşî me kirine, ji xwe di bernameya me de jî hene û herweha prensîbên me ne jî’’. Ev nameya HDPyê bû destpêka hevdîtinên ji bo tifaqa hilbijartinan ya di navbera herdu alîyan de.

Piştî nameya HDPyê gihîşt destê me,  me prensîbên bi hev re xebatê yên di organîzasyona hilbijartinan de jî  weke nameyekê  pêşkêşî HDPyê kir.Di vê nameyê de me weha gotibû:

‘’Tifaqa hilbijartinê divê di navbera HDPyê û Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan de bê îmze kirin.

Ew prensîbên sîyasî yên ku me di roja 4ê Gulanê de bi nameyekê radestî HDPyê kiribûn, divê di deklerasyona hilbijartinê ya rêzdar Selahattin Demirtaş û di ya HDPyê de cîh bigire.

Piştî ku di derbarê prensîbên sîyasî , prensîbên bi hev re xebatê yên di organîzasyona hilbijartinê de û cîhê Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan ya di lîsteya parlamenterîyê ya HDPyê de mitabaqat pêk were, ev tifaqa dê ji raya giştî re bê ragehandin’’.

HDPyê di hevdîtina me ya di roja 8ê Gulanê de got ‘’Em prensîbên we yên sîyasî qebûl dikin’’ û bi navê ‘’Deklerasyona Tifaqa Kurdistanê ya Demokratîk ya ji bo Hilbijartinan’’ nameyek radestî me kir.

Me jî weke Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan bîr û ray û pêşniyarîyên xwe yên di derbarê taslaxa Deklerasyona ku HDPyê pêşkêşî me kiribû zelal kir û di roja 9ê Gulanê de  me radestî HDPyê kir.

Piştî du civînên hevbeş, me bi HDPyê re li ser Deklerasyona Tifaqa Kurdistanê ya Demokratîk ya ji bo Hilbijartinan li hev kir.

HDPyê paşê, pêşniyarîyên xwe yên di derbarê prensîbên bi hev re xebatê yên di organîzasyona hilbijartinê de pêşkêşî me kir. Û di vê babetê de hevdîtanên me dest pê kirin. Hîna ku em ji bo prensîbên bi hev re xebatê yên di organîzasyona hilbijartinê de negihîştibûn encamekê, HDPyê di roja 13yê Gulanê de em agahdar kirin ku di roja 14yê Gulanê de dê deklerasyona hilbijartinê ya rêzdar Selahattin Demirtaş û ya HDPyê ji raya giştî re bê ragehandin. Ev helwesta HDPyê tune hesibandina van hemû hevdîtinên di derbarê tifaqa hilbijartinan bû û ne li gorî ruhê pêk anîna tifaqekê bû.

Me weke Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan dîsa jî ji bo rêya tifaqa me û HDPyê têk neçe, me  hewleke xurt û pir alî da ku, ew prensîbên ku me û HDPyê li ser wan li hev kiribû di Deklerasyona Hilbijartinê ya Rêzdar Selahattin Demirtaş û ya HDPyê de cîh bigire.

Lê mixabin HDPyê di roja 14 yê Gulanê de hemû xebat û  hevdîtinên me yên ji bo tifaqa hilbijartinê û wê deklerasyona ku me li ser wê li hev kiribû tune hesiband û di Deklerasyona Hilbijartinê ya Rêzdar Selahattin Demirtaş û ya HDPyê de cîh nedan wan prensîban.

Ji bo rewşa ku îro em gihîştinê  baştir bê fahm kirin, em dixwazin xalên wê Deklerasyona ku me û HDPyê li ser li hev kiribû pêşkêşî we bikin:

 — Armanceke esasî ya vê tifaqê ew e ku em  sîyaset û helwesteke ji bo bidestxistina maf û azadîyên netewî yên miletê Kurd pêk bînin. Bi vê hişmendîyê, daxwazên bingehîn yên tifaqa me yên ku emê ji bo pêk anîna wan bixebitin ev in: Mafê statuyeke sîyasî ji bo Kurdistanê, perwerdeya bi zimanê zikmakî, zimanê Kurdî divê weke zimanekî resmî bê qebûl kirin, qebûl kirina nasnameya Kurdan û di Qanûna Esasî ya Tirkîyeyê de bicîh anîna van daxwazan.

 –Miletê Kurd û gelên weke Ermenî, Asurî-Suryanî, Ereb, Mihelmî, Azerî û Tirkmenan; dîn  û bawerîyên weke Elewî, Sûnnî, Êzidî, Xiristiyan, Mûsewî bi salan e tûşî neheqî û zextên mezin yên dewletê bûne.Tifaqa me, ji bo li Kurdistanê pêk anîna jiyaneke azad, wekhev û demokratîk ya ji bo van hemû gel û olan, dê têbikoşe.

 –Di pêvajoya dîrokî de hemû êş û mexdûrîyetên ku li Kurdistanê rûdane qedera me ya hevbeş e; hemû destkeftinên hatine bidestxistin jî şanazîyên me yên hevbeş in.

 –Divê bi taybetî girtîyên nexweş û hemû girtîyên sîyasî bêne azad kirin. Divê dewlet ji bo ji holê rakirina mexdûrîyetên civakî gavên pêwîst bavêje.

 — Sonda Parlamenterîyê li ser bingehê ku hebûna kêmnetewan û ya miletê Kurd tune bihesibîne û şexsiyeta wan ya netewî rencîde bike hatîye danin. Divê ev sond ji nû ve li ser bingehê qebûlkirina hebûn û îradeya hemû gel û alîyan bê sererastkirin.

–Tifaqa me li destkeftinên li her çar perçeyên Kurdistanê xwedî derdikeve û li dijî şerê heyî, operasyonên leşkerî, Rewşa Awarte û li dijî şîdetê derdikeve.Tifaqa me dibêje ji bo çareserîyeke sîyasî ya ji bo pirsa Kurd û Kurdistanê, divê hemû alî bibin mixatabê dîyalogê.

Belê heger em berê xwe bidin deklerasyona hilbijartinê ya rêzdar Selahattin Demirtaş û ya HDPyê, emê bibînin ku piranîya van xalên esasî yên ku me û HDPyê li ser wê li hevdu kiribû, di herdu deklersyonên HDPyê de jî bicîh nebûne.

Di vê merheleya ku em gihîştinê de, Rêveberîya HDPyê, hem ev hevdîtinên me yen ji bo tifaqa hilbijartinê, hem  gotinên Rêzdar Pervîn Buldan û hem jî Deklerasyona ku me û HDPyê li ser li hevdu kiribû, tune  hesibandiye û di deklerasyona hilbijartinê ya rêzdar Selahattin Demirtaş û ya HDPyê, cîh nedayê. Ji ber van sedeman, mixabin, ev xebat û hewlên me yên ji bo tifaqa hilbijartinê negihiştîye wê armanca ku me dabû ber xwe. Em dixwazin gelê xwe di derbarê vê rastîyê de agahdar bikin.

Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan(Hareketa Azadî, PAK, PDK, PDK-T, PSK), ji bo pêkanîna tifaqeke berfireh ya li ser qebûl kirina prensîbên sîyasî yên netewî û demokratîk, hewl û xebateke bêwestan meşand. Gelê me bi sempatîyeke germ piştgirîyeke mezin da û dide van xebat û hewlên me. Ev xebata me herweha daxwaz û pêwîstîya gelê me ye jî. Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan, dê vê pêwîstî , daxwaz, piştgirî û refleksa netewî ya  gelê me jî bide ber çavan û li gorî prensîbên xwe yên sîyasî yên netewî û demokratîk, di rojên pêş de careke din rewşa heyî dê binirxîne û helwesta xwe ya di derbarê hilbijartinên 24ê Hezîranê de ji raya giştî re dê di rojên pêş de beyan bike.

Li gel rêzên xwe me xwest ku em gelê xwe di derbarê hevdîtinên tifaqa hilbijartinan de agahdar bikin.

17.05.2018

Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / HEREKETA AZADΠ

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)

Partîya Demokrat a Kurdistanê -Tirkîye (PDK-T)

Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK)

Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)

 

 

Back to top button