Têşta Wan ê ji bo kitêba Guinness ê amade dikin

Ji bo ku têşta bi nav û dengê bajarê Wan ê li cîhanê bidin nasandin wê bêxin nava kitêba Guinness ê 01.06.2014 an de (Sifreya Têşta Herî Qelebalixa Cîhanê) tê sazkirin û her wiha amadekariyên ji bo vê çalakiyê destpêkirin.

Ji bo têşta Guinness ê ku heta demjimêrek dê berdewam bike, 30 hezar hêkê kelandî, tonek penîrê sîrîkkirî, 1.5 ton hingiv û 20 cûre xwarinên dinê yên bajarê Wanê dihête belavkirin.

Jûra(odeya) Pîşesazî û Bazirganiya Wanê, ji bo ku rekora Amerikiyan ya (Bi beşdariya Sifreya 18.941 Têşta Herî Qelebalixa Cîhanê derbas bikin li gel hemû sponsorên vê xebatê civîneke rojnamevaniyê saz kirin.

Necdet Takva Serokê Jûra(odeya) Pîşesazî û Bazirganiya Wanê da zanîn ku ji bo bikaribin 1 ê hezîranê de vê rekora Amerikiyan derbas bikin hemû xelkê bajarê Wanê dawetî vê têştê kir û got herî kêm pêwîste 30.000 kes beşdarî têşta me bibin.

Nerîna min :