Seyrana Kurd û Zerdeştî

Sêzdemîn roja pişûya Newrozê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi sêzde bi derê yan sêzdeweder tê nas kirin û di vê rojê de hevwelatî berê xwe didin nav xwezayê. Kurdên rojhilat bi şahî û govendê pêşwaziya wê rojê dikin û xelkê Îranê jî li rex çemekî rûdinên û çîmenan bi hev girê didin.

Çavkanî û resenayetiya sêzdewederê vedigere bo ola Zerdeştî û peyva cejn, ceşn ji peyva ’’yesn’’ û ’’yez’’ hatiye û bi wateya perestin û lavekirin bo Ahura Mezda ye ku beriya her şahi û xweşiyekê lavê û nizayê ji bo Ahura Mezda dikin.

Di ola Zerdeştî de bi dehan cejn û merasîmên demsalan, hevyan û hefteyan hene û sêzdeweder yek ji wan cejnane ku nerînên cuda li ser hene. Di urf û adet û kultura Zerdeştî û Kurdî de hejmara sêzdê hejmareke nexwestî ye û sêzdeweder bi wateya derkirina hejmara sêz tê. Xelk di wê rojê de li malê rûnanên û di wê baweriyê de ne ku divê ji bûyerên nexwestî berê xwe bidin nav xwezayê. Li gor hinek zimanzan û dîroknasan ’’der’’ bi wateya deşt û xwezayê ye û sêzdeweder bi wateya di roja sêzde de biçîne nav xweza, der û deştê.

Di roj jimêra Zerdeştî de her roj di her mehekê de wateyek heye û roja yekem a her mehê roja Urmezd û roja sêzdehem roja tîra rojê ye û peywendî bi xwedayê (Tîr)ê ve heye. Tîr di zimanê Avestayî de Tîster û hevnavê xwedayê baranê ye, Tîşter ku sembola rehmeta Ahura Mezda ye, j ber wê jî di sêzdemîn roja biharê de xelk berê xwe didin deşt û derê û nav xwezayê.

Di ola Zerdeştî de ji bo ku xwedayê baranê, Tîşter li hember hişke saliyê ser bikeve, divê xelk piştî derketina ji malan biçin nav xwezayê û duaya baranbarînê bixwînin û niha jî xelkê Îranê bi taybet hevwelatiyên Rojhilatê Kurdistanê, di wê rojê de diçin nav xwezayê û li mal namînin.
Roja sêzdemîn a Newrozê, bi wateya 12 rojên Newrozê ye û her yek ji wan rojan bo 12 mehên salê hatine diyar kirin û sêzdemîn roj bi wateya bi dawî bûna salê û dawiya cejna Newrozê ye. Newroz li Rojhilatê Kurdistanê bi roja çaşema sor (çarşemiya dawî ya salê) di demsala zivistanê de destpê dike û di roja sêzdewederê de cejn bi dawî dibin.

Nerîneke din ya derbarê ger û serdana Cemşîd Şa de ye ku di sêzdemîn roja Newrozê de çûye nav xwezayê ku wek  damezrênerê cejna Newrozê jî hatiye naskirin. Li gor Zerdeştiyan, girêdana şînahiyan bo bi fermî nasandina hevsergîriyê (Meşî û Meşiyan) e û heta niha jî bûk û zava di roja sêzdewederê de çîmen û şînahiyan girêdidin û bi wî awayî peymana hevsergîriyê qayîmtir dikin.

 

İdrîs Ehmed (Rojhilatê Kurdistanê):Bas

 

Nerîna min :