Zanîngeha Dicle yê kêşeya Kurd û Kurdistanê hate nîqaşkirin

Ji aliyê Platforma Mafên Mirov û Ramanê ya li Peymangeha Karûbarên Olî ya Zanîngeha Dîcle ya li Diyarbekirê bi navê (Di kêşeyên civakî de nêrîna olî) konferansek hate li darxistin. 

Li vê konferansê de Sabiha Unlu, Adnan Firat, Reha Ruhavioglu gotarek pêşkêş kirin û Abdurezak Dag jî panelê birêvebir. 

Di destpêka konferansê de Hasan Alper bi navê Platforma Mafên Mirov û Ramanê ya li Peymangeha Karûbarên Olî ya Zanîngeha Dîcle ya li Diyarbekirê gotarek pêşkêş kir û balkişand li ser wê yekê ku hebûna Neteweya Kurd nayê dîtin û her dem rû bi rû yê komkujî, penaberî û nefiyan bûye. 

Paşê Nivîskar Sabiha Unlu jî bi navê (Nêrîna Misilmanên Tirkiyeyî ya li ser kêşeya Kurd) û Lêkolîner û nivîskar Reha Ruhavioglu jî bi navê Nêzîkbûna Medyaya Îslamî li ser kêşeya Kurd û wekî mînak Komkujiya Roboski gotarek pêşkêş kir  û civaknas û nivîskar Adnan Firat jî di derbarê (Îslama siyasî û di warê olî de kêşeya Kurd) gotara xwe pêşkêşî beşdarbûyan kirin.

Nerîna min :