Civak

Jinên Diyarbekirî dikin Hostayên Qadayifê

Ji aliyê Komeleya Jinên Dest Hinekirî ya li Diyarbekirê ve ji jinên bê îş û kar projeyek hatiye amadekirin û li gor vê projeyê dê jin li berhemanîna Qedeyifxaneyan de kar bikin.

Müzeyyen Korkutata Seroka Komeleya Jinên Dest Hinekirî ya li Diyarbekirê daye zanîn ku bi projeya SODES(Projeya Piştgiriya Civakî) ew wan jinên bê îş û kar fêrî çêkirina Qadayifê dikin û paşê jî ji bo wan kar peyda dikin.

Her wiha Korkutata daye zanîn ku ew jinên ku beşdarî vê perwerdehiyê dibin ji aliyê dewletê ve 30.000 pêşîne didin wan û kursên wan heta heşt mehan berdewam dike. Ev projeya wan bi Hosteyên Qadayifê hatiye nasîn her wiha ew niha bi navê (Ji hosteyek hezar hoste) projeyeke nû dane destpêkirin.

Back to top button