Cîhan

Tesîra şerê dijî terorê li ser zarokan nirxand

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, roja 21.01.2015ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li şandeyeke balaya rêxistina UNICEF ya ser bi Neteweyên Yekgirtî ve bo mafê zarokan a bi serokatiya Nantonî Leyk rêvebirê wê rêxistinê kir.

Di dîdarekê de ku, hijmareke berpirsên rêxistina UNICEF  li Rojhilata Navîn, Bakurê Efrîqiya û Îraqê amadebûn, şandeya navborî got ku, ew ji bona ji nêzîk haydarbûn li ser rewşa Îraq û herêma Kurdistanê û tesîra şerê dijî terorê li ser zarokan bi giştî û zarokên penaber û koçber bi giştî serdana Îraq û herêma Kurdistanê kiriye û di vê serdanê de ew dixwazin digel Îraq û herêma Kurdistanê pilana bidestxistina hevkarî û budceyeke pêwîst bo alîkarîkirina zarokan gotûbêj bikin, bi tyabetî di rewşa şer  û koçberiyê de zarok di rewşeke dijwar de dijîn û pêwîstiya wan bi hevkarî û çavdêriyê heye.

Serokwezîrê Kurdistanê ji şandeya mêvan re behsa rewşa zarokan li herêma Kurdistanê û bi taybetî rewşa zarokan li kampên koçberiyê kir û got ku, 50% ji koçber û penaberan zarok in û jiyana li kampan û rewşa koçberî û penaberiyê bi awayekî ber bi çav tesîreke negetîv li ser zarokan û hemû aliyên jiyana wan weke perwerde, saxlemî, civakî û jîngehê kiriye. Bi taybetî pirsgirêka xandinê hene û berî hatina penaber û koçberan jî pirsgirêka kêmiya dibistanan li herêma Kurdistanê hebû û hijmara zêdeya xwendekarên koçber û penaberan jî ew pirsgirêk kûrtir kir.

Nêçîrvan Barzanî got ku hikûmeta Îraqê weke pêwîst hevkarî û alîkariya koçber û penaberan nekiriye û ew 700 mamosteyên li kampan zarokên koçber û penaberan perwerde dikin, hikûmeta herêma Kurdistanê miaşê wan dide û hikûmeta Îraqê miaşê wan nahinêre.  Pêwîste civaka navdewletî, welatêm Kendavê û hikûmeta Îraqê bi awayekî cidî li zarokên koçber û penaber xwedî derkevin û di vî warî de alîkariya hikûmeta herêma Kurdistanê bikin û pêşbînî tê kirin hijmara koçberan bo herêma Kurdistanê zêdetir bibe.

Back to top button