PolîtîkRojev

Terorîstên girêdayê Îranê avahiya PDKê şewitandin

Mike Pompeo di konferansa rojnamevaniyê ya heftena de behsa êrîşa li Bexdayê li ser Baregehê PDKê çêbûyî kir û got:, “terorîstên ser bi Îranê ve baregeha sereke ya PDKê ya li Bexdayê şewitand.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê herwiha amaje bi bûyera Ferhatiye kir û got, “Di heman demê de grûpa duyem li parêzgeha Selahedîn 8 kesên Sunne kuşt.”

Mike Pompeo bi amajedan bi vê, “xelkê Iraqê vê yekê qebûl nake” û got, Amerîka û civaka navdewletî palpiştiyê li hewlên Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî dike ji bo cezakirina wan grûpên çekdar ên ser bi Îranê ku serwerî û seqamgiriya Iraqê dixin jêr pê.”

Roja Şemiyê 17ê Cotmeha 2020an hejmarek ji alîgirên Heşda Şeibî êrîşî avahiya Liqa 5 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li Bexdayê kirin û şewitandin.

Di dîmenên vîdyoyî yên dema êrîşê de, tê dîtin ku alîgirên Heşda Şeibî, ji bilî şewitandina baregeha PDKê, Ala Kurdistanê jî dişewitînin û flamaya Heşda Şeibî li ser avahiyê bilind dikin, li ser vê bûyerê gelek karvedan çê bûn.

Back to top button