Rêkeftina Şingalê ji bo Herêma Kurdistanê tê çi wateyê?
Ji bilî wan pirsgirêkên ku di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hene, çi pirsgirêkên heq û mafên darayî û bûdce bin, yan pirsgirêka Pêşmerge û warên enerjiyê, yan jî pirsgirêka navçeyên cihê nakokiyê, piştî 16ê Cotmeha 2017an hejmarek pirsgirêkên din jî lê zêde bûn, bi taybet ew navçeyên ku pêştir weke defakto bo ser Herêma Kurdistanê hatibûn vegerandin, weke navçeyên Mexmûr û Şingal û Xaneqînê. Piştî 16ê Cotmehê bawereke xurt li cem Bexdayê û elîta siyasî ya Şîe çê bû, ku êdî Bexda dikare wan navçeyan bi tenê birêve bibe, bêyî vegera bo ti girêdayîbûneke Destûrî, çimku li welateke weke Iraqê, ya Destûrê diyar dike, realîteya siyasî û hebûna hêzê ye, ji derveyî wê tişteke din nîne ku Iraqê neçar bike ku li gel Herêma Kurdistanê li hev bike.
Piştî 16ê Cotmehê êdî Bexda wiha bawer dikir ku dikare bi tenê her tiştekî bixwaze, li navçeyên cihê nakokiyê bike
Eger em bi çaverkî vekirî yê siyasî li wê rêkeftina navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê bikin, ya li ser asayîkirina rewşa Şingalê, em dikarin hinek îmajên hûr lê bibînin. Piştî 16ê Cotmehê, Herêma Kurdistanê ji bilî jidestdana rihê rûbirûbûna siyasî li gel Iraqê, gelek çavdêr di wê baweriyê de bûn, ku ji niha û pêde êdî gelek zehmet e Herêma Kurdistanê bikare fişarê li ser Iraqê çê bike, bi taybet piştî wê şepirzeyiya ku di gotar û tevgera siyasî ya herdu partiyên desthilatdar (YNK û PDK) de çê bû, çimku mijara referandumê û bûyerên 16ê Cotmehê bingeha xêzkirina biryara siyasî ya Herêma Kurdistanê ji reh ve hejand, wate ew hevahengiya ku pêştir di navbera YNKê û PDKê de li Bexdayê hebû, piştî wê rewşê, êdî Bexda wiha bawer dikir ku dikare bi tenê her tiştekî bixwaze li navçeyên cihê nakokiyê, yekalî bike. Neheq jî nebû, çimku ne Amerîka û ne Şandera Netewên Yekgirtî ya li Iraqê jî ti fişarek li ser Iraqê çê nekirin, ji bo pabendbûna bi bingeha wê destûra ku Iraqa nû bi xwe li ser wê hatiye avakirin. Ne tenê ew, lê belê beşek ji aliyên Kurdî jî di wê baweriyê de bûn, ku Kerkûk û navçeyên cihê nakokî li ser, ji destê zor û zordariya Herêma Kurdistanê rizgar bûne û êdî di jêr siya desthilatdariya Bexdayê de vediwehevin, lê di rastiyê de ew dîtin gelek biçûkbîn û weke bertekekê bû, ew yek tenê ji bingeha milmilaniyên navxwe yên aliyên Kurdî hatiye. Bi taybet jî milmilaniyên YNK û PDKê ku di rastî de nekarîn di wan çend salan de mînakeke baş pêşkêş bikin li wan navçeyan.
Amerîkî û Şandera Netewên Yekgirtî û hikûmeta Iraqê bi xwe jî gihîştine wê baweriyê ku çê nabe ew navçe bêyî alîkariya Herêma Kurdistanê bêne birêvebirin
Lê li gel wê yekê jî, piştî derbasbûna sê salan di ser vegera hêzên Iraqî û milîsên Heşda Şeibî re, hêj rewşa wan navçeyan ji aliyê siyasî û emnî ve gelek xirabtir e ji berî 16ê Cotmehê. Ta asteke wiha ku amerîkî û Şandera Netewên Yekgirtî û hikûmeta Iraqê bi xwe jî gihîştine wê baweriyê ku çê nabe ew navçe bêyî alîkariya Herêma Kurdistanê bêne birêvebirin. Helbet, hikûmeta Adil Ebdulmehdî jî wê rastiyê dizane ku bêyî hemahengiya navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê çê nabe ku asayiş bo wan navçeyan bê vegerandin, lê piştevaniya navxweyî û derve nebû ku bikare wî karî bike. Amarên êrîşên DAIŞê û hejmara kuştiyên hêzên polîsên Iraqê û Heşda Şeibî, kuştina aşkere ya xelkê sivîl jî şahidiyê bo vê rastiyê didin.
Rêkeftina Şingalê nîşanderê wê amajeya siyasî ye ku piştî derbasbûna sê salan di ser nakokiyên Bexda û Herêma Kurdistanê re, lê Herêma Kurdistanê hêj şiyana wê ya rûbirûbûna siyasî li gel Bexdayê maye, ne tenê ew, lê aliyê Amerîkî û Netewên Yekgirtî jî piştrast kiriye ku hêj Pirsa Kurd li Iraqê maye û bi mekanîzma piştguhxistinê û siyaseta defaktoyê, nayê çareserkirin.
Rêkeftina Şingalê ji aliyê siyasî ve destkefteke giring bû ji bo Herêma Kurdistanê. Eger Bexda bikarîba Şingalê bi tenê birêve bibe, ti carî rêkeftin bi Herêma Kurdistanê re nedikir
Rastiyek heye, ew jî ev e ku eger Bexda bikarîba Şingalê bi tenê birêve bibe, ti carî rêkeftin bi Herêma Kurdistanê re nedikir. Ev rêkeftin, renge aliyên siyasî yên din şirove û nirxandineke din jê re kiribin, bi taybet ji çavê milmilaniyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê ve, herwiha Partiya Karkeran (PKK) û hin aliyên din ên Herêma Kurdistanê jî, lê di rastiyê de ji aliyê siyasî ve destkefteke giring bû ji bo Herêma Kurdistanê, dibe ku Herêma Kurdistanê bi vê stratejiyê hewl bide ku rêkeftineke hevşêwe li ser navçeyên din jî bê cîbicîkirin, bi taybet li Kerkûkê û navçeyên madeya 140 a Destûrê. Çimku li gor Destûra Iraqê, divê ew navçe bi awayekî hevbeş di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de bên birêvebirin, heta ku çareser dibe.
Ji wî alî ve, Herêma Kurdistanê divê bi hevkariya Amerîka û UNAMI li ser fişarên bo ser Bexdayê berdewam be, daku ew rêkeftin bibe bingehek ji bo Kerkûk û navçeyên din jî. Eger Herêma Kurdistanê bikare bi corekê rêkeftineke weke ya Şingalê li navçeyên din jî dubare bike, bê guman ew dê destkefteke baş be ji bo pêgeha siyasî û aborî û statuya siyasî ya Herêma Kurdistanê li hember Bexdayê jî, çimku em tevde dizanin ku rewşa siyasî ya Iraqê, ne vi wî awayî ye ku bikare desthilata hikûmeta navendî bi temamî vegerîne navçeyên veqetandî. Ew navçe heta niha jî ji aliyê Heşda Şeibî ve tên birêvebirin, ne artêşa Iraqê. Lewma ew forma rêkeftinê di sereke din de, derbek bû ku li Heşda Şeibî ket, lewma jî heta niha hêzên Bedir û Esayîb û çend hêzên din li dijî wê rêkeftinê daxuyanî dane. Ew di heman demê de beşek e ji stratejiya hikûmeta Kazimî û Amerîkiyan jî, ji bo lawazkirina pêgeha milîsên Heşda Şeibî li Iraqê, lewma her zû her yek ji aliyê Amerîkî û Nûnera Netewên Yekgirtî jî pêşwazî li rêkeftinê kirin.
Divê Herêma Kurdistanê hewl bide, rêkeftinên weke ya Şingalê bo navçeyên din jî bike
Ewa ku li Şingalê çê dibe, dûr nîne ku komdengiya Tirkiye û Îranê jî li ser be, weke beşek ji wê hevahengiya ku di meha Îlona îsal de, di navbera Tirkiye û Îranê de çê bû, ji bo lêdana hêzên opozisyona Kurdî, yên weke PKK û PJAKê. Li aliyekê din, ew nermiya Iraqê dibe ku beşek be ji xwe dûrgirtina ji fişarên Tirkiyê, çimku Enqere demek e ku daxwaz ji Iraqê û Herêma Kurdistanê dike, ku hêzên ser bi PKKê ve li Şingalê bêne derxistin. Bi her awayî be, ew rêkeftin ji encama berjewendiya hevbeş a hin aliyên herêmî û navdewletî çê bûye, ku di dawiyê de di berjewendiya Herêma Kurdistanê de dibe.
Dibe ku ew derfetek be ku li gel hikûmeta Kazimî, Amerîka û nûneratiya Netewên Yekgirtî jî kar li ser bê kirin, çimku ewa niha diçe xaneya xizmeta wê stratejiyê ku her yek ji hikûmetên Kazimî û Amerîka kar li ser dikin, ji bo lawazkirina hejmoniya milîsên Heşda Şeibî. Ew derfet wate wekhevbûna berjwendiyên hin aliyan li gel berjewendiyên Herêma Kurdistanê ku gelek kêm îmkana wê heye ku dubare bibe, lewma Herêma Kurdistanê girin e ku baş li ser bixebite, daku bigihe armancê. Tevî ku nabe em wê ji bîr bikin, ku cîbicîkirina wê rêkeftinê wisa asan nîne, lê tişta ku giring e ew e, ku ew aliyên rêgiriyê li cîbicîkirina rêkeftinê dikin, bi taybet milîsên nêzîk ji Îranê, niha hinceta wan lawaz e û piştevaniya wan kêm e.
Zubêr Resûl / Rûdaw