Civak

Termên 484 kurdan di sê gorên bikom de hatin dîtin

Li gor gotina endameka Lijneya Mafê Mirov ya Parlamentoya İraqê, li parêzgeha Dîwaniye 6 gorên bikom hene û heya niha di wan hersê goran de 484 term hatine dîtin.
 
Endama Lijneya Mafê Mirov ya Parlamentoya İraqê a ser bi Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê Eşwaq Caf ji malpera Xendan re got:
– Berî demekê li Dîwaniye goreke bikom hat dîtin. Ji aliyê hinek şahidan ve ew cih hat diyarkirin û tîma wezareta mafê mirov ya İraqê çû wî cihî û ev demeke ji bo vekirinê kar dikin.
 
Eşwaq Caf di berdewamiya axavtina xwe de dibêje:
– Dihat texmînkirin ku 3-4 gorên bikom hebin, lê piştre derket holê ku li wê herêmê 6 gorên bikom hene. Heya niha 3 gor hatine vekirin, di wan de jî 484 term hebûn û xebata li ser yên din jî berdewame.
 
Eşwaq Caf bal kişand ser wê yekê ku piştî demeke din wê bi alîkariya şandeke herêma Kurdistanê dest bi vekirina gorên bikomî yên li Hemrînê jî bikin. 
 
Endama lijneya mafê mirov ya parlamentoya İraqê Eşwaq Caf axavtina xwe wiha qedand:
– Hemû jî termên Kurdan in. Lewra em di vê demê de tekezê li ser çêkirina yasaya gorên bikom ya hêjmare 5 a sala 2006an dikin, ji ber ku gelek têbiniyên me li ser hene. (Rûdaw)

Back to top button