Polîtîk

Arîşeyên nava tevgera Goranê

Sîrwan Jajleyî di nivîseke xwe de ku,  roja 15 vê mehê di rojnameya Awêneyê de hatiye weşandin, behsa arîşe û pirsgirêkên nava Tevgera Goran dike û dibîje ku Goran heta nuha nekariye wisa xwe bide diyar kiirn ku ew ji partiyên kurdî yên kilasîk cudaye.
Jajleyî dinîvîse ku Tevgera Goran, piştî du salan ji derketina wê, nekariye kongreya xwe saz bike û destûr û pirogrameke ji xwe re amade bike ”weke partiyên kilasîk yên Kurdistanê, Tevgera Goran jî di destê yek kes deye û nakokiyên mezin di navbera nifşê nû û yê kevin de heye.

Sîrwan Jajleyê dinivîse:

–  Ew kirîz û pirsgirêkên siasiyên rastî xelk û sîstema hukimdariyê li herêma kurdistanê hatine, bê guman, hokarê serke eda, karê xerab, awa û metodên teqlîdî yên nav patiyan bûye, çunkî partiyan dest bi ser hemû demar û bingehên fermdariyê li herêma Kurdistanê de girtiye. Heta vê gavê jî piraniya xelkê Kurdistanê êxsîrê destê partiyan in, çunkî cudahiyeke esasî di navbera partiyên kurdî de diyar nake, hemû partî zêdetir yek fikir û bîrkirina kilasîkî hizbî birêve dibin bi awayekî ku hemû hizib bi tenê bi navê xwe cudan e, lê di warê avakirinê de li ser yek sitîl û metod in. Ango em dikarin bêjin ku ev awayê partîtiyê bûye beşek sereke ji kirîza Kurdistanê.
Çend sale beşek ji xelk û elîta civaka kurdî çaverêyê wê yekê ne ku hêzeke nû ya cuda ji hêzên din yên Kurdistanê peyda bibe û ji bo hêzên teqlîdî ku, herêma Kurdistanê biriye nav rewşeke nexwestek de, bibe alternatîv.
Dema çend serkirde û kadiroyên YNK îstîfa kir û li dervey YNKê, di 25.07.2009ê de, Tevgera Goranê avakir, heta dereceyekê bo me hêviyek peyda bû ku ew hêza nû dê guhertinên siyasî û abûrî li Kurdistanê encam bide, di heman demê de me wisa hizir kir ku ev hêza nû dê bikaribe tesîrê li ser tevaya bingehên hukimdariyê û hizbatiyê li Kurdistanê bike, eger di haletekî de nekarî wê tesîrê bike jî, her çi nebe dê ew hêza nû pêkhateya xwe li ser stîl û metodekî modern avabike.

Nivîskar di beşeke din ya nivîsa xwe de dinîvîse:
– Di dîroka PDK û YNKê de bi hêcetên cihê kongreyên xwe di dema diyarkirî de saznekirine, Tevgera Goran jî piştî du salna ji dirustbûna wê, nekariye heta di civîneke berfireh ya endamên xwe de jî bicive. Bi dîtina min, Tevgera Goran ev karane nekirine daku biryar di destê yek kes de be. Heta nuha di nav Tevgera Goran de saziyek yan jî mekanîzmeke ji bo çareserkirina arîşe û pirsgirêkên tevgerê nîne, dema em dibêjin tu saziyek nîne, em li gor van rastiyan dibêj in:
– Her ji roja dirustbûna şaneyên rêxistinî, gelek ji berprisên wan şaneyan û endamên din îstfa kiriye bêy ku tu kes li sedema îstîfa wan  lêkolîna bike.
– Piştî 25.07.2009ê çend kadroyên YNK dest ji meaş û posteyên xwe berda û çûne nav Tevgera Goranê, lê niha careke din ew rêzên Goranê bicî dihêlin û vedigerin bo nav YNKê. Kadiroyên Goranê  bê hêvî bûne ku Goran bibe hêzeke cihê ji partiyên din û Goran nekariye bibe hêzeke rêkxistî xwedî sîstemeke taybet ku di sewyeya hêvî û daxazên endamên xwe de be.
– Zalbûna biyarên serokatiya merkezî li ser pirs û babetên navxweyê yên Tevgera Goranê ku tesîreke nêgetîv li ser edayê tevgerê kiriye. Bi taybetî di diyarkirina postên hesas de bêy ku di tu filterek de derbas bibin û dîtinên endaman bê wergirtin.
– Heta nuha yekalî nebûye ka kompaniya Wuşe bi fermî ser bi tevgera Goran e yan na
– Di nav Tevgera Goran de saziyek yan senterek ji bo rêxistin û çareserkirina pirsên jinan nîne, ku her kes dizane pirsgirêk û giriftên jinan pir in.
–  Peydabûna nakokiyan di navbera nifşê nû û yê kevin de, ev nakokiye zirareke mezin digihîne Tevgera Goranê.
– Heta noka gotara fikrî ya Tevgera Goranê ne zelal e, aydolojiya wê çiye û ser bi kîjan xeta fikrî ve ye.

Nivîsakar li dawiya nivîsa xwe de dinivîse:
– Giringe tevgera Goran xelkî bê hêvî neke û di zûtrîn dem de bi pirojeyekî zengîn û pireng kongreya xwe saz bike. Di kongreyê de hemû pirsgirêkên xwe çareser bike û heykel û pêkhateya xwe ava bike û di nav xwe de goranê bike daku bikare bersiva daxazên sereke yên sîstema siyasî û civakî bide.

Back to top button