Çar Pêşmergeyên Rojava ku di rûdaneka hatinûçûnê de li nêzîkî bendava Mûsilê de şehîd bûbûn, cenazeya yekî ji wan li Dihokê hate veşartin û cenazeyên sê yên din bo Rojavayê Kurdistanê hatin veguhestin.Duh, otombîleke Pêşmergeyên Rojava ”Leşkerên Roj” li nêzîkî gundê Til Edis li nêzîkî bendava Mûsilê rastî bûyereke trafîkê hatin, di encamê de 4 Pêşmerge şehîd bûn.Di rêwresmeke leşkerî de li xala Pêşabûrê, leşkerên Roj û hejmareke xelkê Rojava cenazeya her sê şehîdên Pêşmerge yên Leşkerê Roj Mulazim Yekem Sîpan Yûsif Sîno Mulazim Etûf Tahir, Mulazim Mewlûd Riyad Ehmed, bo Rojavayê Kurdistanê hatin birêkirin.https://www.youtube.com/watch?v=lW5GTEz2G3k
Pêş
21/10/2026
Li rojavayê Kurdistanê 642 malbat ji penaberiyê vedigerin ser warên xwe.
20/10/2026
Li dijê şeredariya Milas a Muglayê operasyonek berfireh
Têkildar
Balkêş e ?
Close
-
Li Kerkûkê efserek û leşkerek hatin kuştin14/10/2026


