Teqin: 20 şehîd 50 birîndar
Teqînek xwekujî li holeke şahiyan ya bi navê Senabil ku dikeve li gundê Sefiya li ser riya Hesekê – Qamişlo rû da. Di encamê de 20 kes şehîd bûn û 55 birîndar bûn.Peyamnêrê K24ê li Hesekê ragihand ku, di encama teqîna hola Senabil ya Hesekê de herî kêm 20 şehîd bûn û bêhtir ji 55 kesan jî birînar bûn ku piraniya wan hatin veguhestin ji nexweşxaneya Niştîmanî ya bajarê Hesekê.Peyamnêrê K24ê amaje kir, rewşa gelek birîndaran xirab e û pêwistiya wan bi xwînê heye. lewma jî hejmara qurbaniyan ber bi zêdebûnê ve ne.Herweha li gor zaniyariyan ew dawet ya malbata binavê Fatimê ye ku gelek ji vê malbatê endam in di nava rêzên YPGê de.Di nava şehîdan de, Zave Zerdeşt Mistefa Fatimî, bavê Zêve Mistefa Hecî Şêxmûs Fatimî, Serkirdê Partiya Yekîtiya Kurd Behadîn Mistefa Fatimê, Roj Fatimê, Ebdilhekîm Fatimê, Ceger Beşar Emîn, Ronî Fatimê û Reşad Fatimê hatine naskirin.Herwiha DAIŞê berpirsatiya xwe beramberî vê teqînê ragihand.https://www.youtube.com/watch?v=pAXtvMRq_GE