DAÎŞ carekî dinê xwîna kurd rijand

  Şevê dinê, rêxistina hov û terorîst a Dewleta Îslamiya Îraq û Şam-DAÎŞ, li bajarê Hesekê ya Kurdistana Rojava, di daweta Kurdan da, êrîşekê xwekujî pêkanî û di vê êrîşa xwekujî da nêzikê 30 jin, zarok, kal û pîr mirin û bêtirî 80 kes jî birîndar bûn. Em ligel mehkum kirina êrîşa  hanê ya DAÎŞê, bêhî û serxweşiya xwe pêşkesê kes û kar û malbatên şehîdan dikin û saxî û silametiya birindaran dixwazin. Her usa daxwaz ji hêzên ewlekariya Kurdistana Rojava dikin, ku bona parastina canê hevwelatiyên xwe, pirtir kar û xebatê bike. Êrişen hanê ya dilêş û xembar, carekî dinê nişan da, ku bona aramî û evlehiya Kurdistana Rojava yekitiya hêzên vê beşê welatê me pêwist e. Bona vê yekê jî carekî dinê daxwaz ji PYD-YPG dikin, ku dev jê siyaseta xwe sepandinê berde û li ber rêya hatina Peşmergeyên Roj rêgîr nebe. 04 Cotmeh 2016 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: