Civak

Civata Rûhanî ya Êzidiyan:Qatilên fermanberên Duhokê li Şingalê namînin

Civata Rûhanî ya Êzidiyan tekez kirk u, ew kes û aliyên dû fermanberên Duhokî teror kirin li ser axa Şingalê namînin. Endamê Civata Rûhanî ya Êzidiyan Qewal Behzad Silêman ji BasNews re ragehand: “Cihê kesên ku dixwazin fitneyekê dinavbera pêkhateyên Şingalê de çêbikin li Şingalê nîne, xelkê Şingalê wê wan ji xwe dûr bixin, jiber dema kareseta Şingalê qewimî, xelkên Herêma Kurdistanê û bitaybet xelkên parêzgeha Duhokê deriyên malên xwe jibo biryarên xwe yên Êzidî vekirin, lêbelê îro birayên me li çiyayê Şingalê têne terorkirin, Êzidî dê bê deng nemînin û bi hemû şiyanên xwe hewilbidin ku, tawanbaran eşkerebikin.” Navborî got jî: “Dema ku ew fermanberên Duhokê ber bi Şingalê ve çûn bi xiyanetî hatin şehîdkirin, lewma Civata Rûhanî ya Êzidiyan, biryar daye ku bi ti şêweyî Êzidî li ser şehîdkirina wan herdu fermanberan bê deng nemînin û komîteyek lêkolîner li ser wê rûdawê pêkbê, jibo ku rastî werin eşkerekirin, çi kesê ew fermanber şehîdkibe ti cudabûn di navbera wan û DAIŞê de nîne, cihê tawanbaran li ser axa Şingalê nîne.” Berî niha Qayimeqamê Şingalê Mehema Xelîl ji BasNews re ragehandibû ku herdu fermanberên Duhokê, li navçeyekê di bin deselata Gerîlayên PKKê hatibûn teroro kirin, guman jî heye ku PKKê ew herdû kes ku, wek Pêşmergeyên xwepexş li Şingalê diman.

Back to top button