Tengayîya Tirkiyê: Barzanî-BDP, serxwebûn-xweserî

Nivîskar-Rojnamevan Çengîz Çandar, di nivîsa xwe a doh de (27/04/2012) de li ser tengayiya Tirkiyê sekinî
û siyaseta Tirkiyê a bi Serok Barzanî re şîrove kir.
Ji îro ne pirr berê, qasî 5 sala berê, ji ber çavên Tirkiyê Barzanî çi ye? bihata pirsîn, gelekan, bi awakî heqaretî
pê re digotin “reîsê eşîretê, pêşmerge.” Di heman demê de bihata pirsîn, li rojhilata navîn dostê Tirkiyê yê herî
nêzik kî ye? bersiv “Serokdewletê Suriyê BEşşar Esad” bû. Le niha, îro, di vê heyamê de bê pirsîn, li rojhilata
navîn a xeternak, bi qeyran, xetere de “dostê herî nêz” heta “mutefîkê herî nêz” kî ye? Bersiv bê teredût wê
Mesut Barzanî be.
Barzanî, piştî serdana Amerîka û bi hevdîtin û serdana Tirkiyê, ew pozisyona xwe xûrt kir.
Tenê ne dewlet, pirraniyê raya giştî a Tirkiyê jî, ji bo Mersut Barzanî, di têgeha “dostê ewledar e” de ye.
Li holê paradokseke balkêş heye, di vê heyama ku Barzanî ji ber çavên dewletê bûye dost û mutefikê herî nêzik û
li herêmê rêberê herî ewledar, Barzanî qala serxwebûna Kurdistanê û ji Iraqê veqetandinê dike.
…..
Ez dibêjim “Tirkiye û Kurdistana Iraqê”, nabêjim “Tirkiye û Kurd”, bi zanbûn vê dibêjim. Çimkî rêvebirê BDPê di îdiaya
nûnertiya Kurdên Tirkiyê de ne, piştî ku Barzanî li Enqerê çû Erbîlê, çûne Washingtona ku Barzanî ji wir hatibû. Bi vê
serdanê, BDPê himji Enqerê re û him jî ji Barzanî re (û tabî ji DYE re) peyamek da, “li Tirkiyê di pirsgirêka Kurd de dîrek
muhatap ez im”, ne Barzanî ye. Barzanî, ne yek rêberê neteweyî yê Kurdan e jî, ji rêberên Kurdan yek e.”
Çandar, di berdewamiya nivîsa xwe de li ser peyama Serok Barzanî disekine û piştî serdana Tirkiyê, li Hewlêrê peyama ku
dabû Associated Pressê, ku Barzanî di daxuyaniya xwe de gotibû, ger heta îlonê qeyrana Iraqê çareser nebe, êm ê herine
referandumê, ji bo Kurdistana serbixwe.