Polîtîk

Barzanî li gel kurda rewşa dawî nirxand

Mesûd Barzanî Serokê  Kurdistanê li Selahedîn li gel Nûnerên Herêma Kurdistanê li Encumena Nûneran û Hikûmeta Iraqa Federal civiya.

Ajandaya civînê pêkhatibû li ser behskirina rewşa giştî ya Iraqê û serdana vê dawiyê ya Serokê Herêma Kurdistanê li Emerîka, çend welatekî Ewrupî û Tirkiye.

Sebaret bi rewşa giştiya Iraqê Serok Barzanî tîşk xiste li ser encama hevdîtina şêwiriya îro ku li navbera Serok Komar û Seyîd Muqteda Sedir û Serokê Lîsta El Iraqiye û Serokê Encumena Nûnerên Iraqê û bi amadebûna birêz ya li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê birêve çû.
Barzanî  ev hevdîtin serkeftî wesif kir û tekez li wê yekê kir ku gelê Kurdistanê rola xwe ya ber bi çav li berfirehkirina hevpeymaniya li gel hemû pêkhatên dinê Iraqê da heye. Serok carekî din jî dûpat kir ku ew rewşa li Iraqê heye ne bijardeya me ye û pêwîste çareseriyeke rîşeyî ji bo bi pişt bestina destûr û peymanan bê peydakirin.

Li mijareke dinê civînê de, Nûnerên Kurdistanê li Bexda dîtin û nêrînên xwe yê sebaret bi rewşa aloz û tirsnaka Iraqê xisterû û paşê jî Serok Fraksiyonên Kurdistanê yên li nav Encumena Nûneran (Hevpeymaniya Kurdistanî, Goran, Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê û Komela Îslamiya Kurdistanê) wan jî bîrûra û nêrînên xwe yê sebaret bi heman rewşê xiste rû.
Piştî guftûgokirina hemû mijaran tekez li yek gotara gelê Kurdistanê kirin bi taybetî ya li warê ragihandinê da û hemû aliyek jî kok bûn li ser parastina yekrêzî û yek helwestiya gelê Kurdistanê û Nûnerên li Bexda bi taybetî li asta meseleyên neteweyî û çarenûsazan da.

Li dawiya civînê de biryara van xalên li jêr hate dayîn:

1- Nirxandina wan pêşniyarên ji bo danîna mekanîzmekî xurt ji bo pêwendiya di navbera Nûnerên Herêma Kurdistanê li Bexda li gel Herêma Kurdistanê da ku ji aliyê Serokayetiya Herêmê ve hatibû kirin.

2- Ji bo danîna lîjneyeke duvdaçûna karên aliyê Kurdistaniyan li Encumena Nûneran û Hikûmeta Federal de pêwendîkirina bi hemû Firaksiyonên Kurdistaniyan.

Back to top button