Polîtîk

Tenê Pêşmerge karî şerê DAÎŞ bike

Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke pilebilind a Almanyayê kir û şanda mêvan rol û pêşketinên Hêzên Pêşmerge bilind nirxand û ragihand ku, tenê Pêşmerge karîn rêxistina DAIŞê bişkînin, bi awayekî ku niha ne tenê hêza wan a êrişkirinê nemaye, lê belê nema karin berevaniyê jî di ber xwe de bikin.

Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê pêşwazî li fermandarê operasyonên derve Ferîq Karil Hênz Firîtiz û Cîgirê Fermandarê Artêşa Almanya Ferîq Yorig Volmêr û Hevahengkarê Wezareta Derve Yasper Wîk û hejmareke şêwirmendên leşkerî û dîplomatîkî kir.

Di wê hevdîtinê de, Mesrûr Barzanî spasiya Hikûmet û Gelê Almanyayê kir bo pêşkêşkirina alîkarî û piştevaniya leşkerî ji bo Hêzên Pêşmerge ku di rizgarkirina devera Zûmarê de rolek mezin a wan alîkariyan hebû.

Her di wê hevdîtinê de, Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê behsa rewşa meydanî ya eniyên şer û pêdiviyên leşkerî yên Hêzên Pêşmerge û bandora çekên giran kir bo şikestina terorîstên DAIŞê.

Ji aliyê xwe ve, şanda mêvan rol û pêşde şûnên Hêzên Pêşmerge bilind nirxandin û amaje bi wê yekê dan ku tenê Hêzên Pêşmerge karîn rêxistina DAIŞê bişkînin, bi awayekî ku niha ne tenê hêza wan a êrişkirinê nemaye, lê belê nema karin berevaniyê jî di ber xwe de bikin.

Herwiha di beşeke din a vê hevdîtinê de gotûbêj derbarê girîngî û rola meqşiq û perwerdeya Hêzên Pêşmerge ji aliyê artêşa Almanyayê hat kirin.

Back to top button