Polîtîk

Temellî: Raporên MHP û AK Partiyê ne li gorî dilş mene

Partiyên ku di Komîsyonê de cih digirin ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan, raporên xwe pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kirin.

Di raporên MHP û AK Partiyê de sedemên Pirsgirêka Kurdan nehatine nirxandin û pirsgirêk dîsa wekî “pirsgirêka terorê” hatiye pdestnîşan kirin.

Serokê Koma DEMê Sezaî Temellî li ser raporên partiyan û rûdanên pêvajoya çareseriyê li Parlamentoya Tirkiyeyê axivî. 

“Rapor ne li gorî ruhê pêvajoyê ne”

Sezaî Temellî destnîşan kir ku rapor bi nêrîneke li paş hêviyan û dûrî ruhê pêvajoyê hatine amadekirin û diyar kir ku aliyên dîrokî û siyasî yên Pirsgirêka Kurdan têra xwe nehatine diyarkirin.

Temellî di berdewamiyê jî de got, “Dema em li raporan dinêrin, em dibînin ku nêzîkatiya AK Partî û partiyên din tenê bi mijara çekdanînê û hinek rêkarên ji bo kesên çekan berdidin sînordar maye.

Hinek dibêjin bila Pirsgirêka Kurdan çareser bibe, hinek jî qet navê Pirsgirêka Kurdan nayînin ser zimên.

Me ji AK Partiyê ku partiya desthilatê ye hêviyeke berfirehtir dikir.”

“AK Partî pirsgirêkê bi tevahî diyar nake”

Temellî da zanîn ku AK Partî her gavê bi şertekî ve girê dide û wiha got:

“AK Partiyê raporek amade kiriye ku ne bi awayekî tevahî lê bi awayekî ku pêşiyê dide çekdanînê û li gorî wê gavên sînordar pêşniyar dike.

Helbet ev rapor kêm in lê em li çi digerin? Em li konsensusekê digerin.

Niha dê lijneyeke nivîsandinê were avakirin û raporan bike yek. Meseleya esasî dê li wir dest pê bike.”

“Ev rapor hêviyan bi cih nînin”

Temellî li ser pêvajoya amadekirina pêşniyaryasayê jî agahî dan û got:

“Eger partiya desthilatê bixwaze li ser van raporên sînordar pêşniyaryasayekê amade bike, ev rapor hêviyan bi cih nînin.

Çimkî hêviya civakê, ya gelê Kurd û ya siyaseta Tirkiyeyê ji vê zêdetir e.

Desthilat dikare vê raporê amade bike lê ya girîng ew e ku li parlamentoyê lihevkirin çêbibe.

Ji ber ku hêvî ew e ku rêya aştiyeke mayînde bi yasayeke taybet were vekirin.”

“Rapora MHPyê li paş gotinên Bahçelî ma”

Temellî bi bîr anî ku Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî di destpêka pêvajoyê de behsa “mafê hêviyê” kiribû û wiha pê de çû:

“Tevî vê yekê, rapora MHPyê li paş gotinên wan ma. Bi taybetî di mijara mafê hêviyê û rêkarên înfazê de rapor bi paş ve maye.

Dibe ku ev taktîkek be. Em dê di dema dan û standinan de vê yekê fêm bikin.”

Back to top button