Temelî daxwaziya Ocalan red dike
Hevserokê HDPÊ Sezaî Temelî bersiva Ocaln dide û dibêje: Siyaseta me di nava herdu îtifaqan de tengav nebûya ku rêya seyemîn bidîta
Piştî eşkerekirina nameya Ocalan, HDP mecbur ma di derbarê nameya Ocalan de dîtinên xwe eşkere bike. Hevserokên HDPê Temelli û Buldan di konferansek çapemeniyê de behsa naveroka peyama Ocalan û helwesta xwe wek HDP kirin.
Lê di daxûyaniyên xwe de ne dirûstbûn. Temellî ji HDPê behtir dîtinên çepên Tirka deklere dikira û Buldan jî be med û rûyê wê li erdê bû. Deng nedikira. Dixweyê axavtinên Temellî ne gelek bi dilê Buldan bûn.
Ocalan di nameya xwe de gelek vekirî ji HDPê re dibêje, dengên xwe nedin herdu aliyên ku heyîn, hun ji xwe re rêya sêyem deynin hole.
Li ser peyama Ocalan Temellî got: Divê hemû beşên civakê baxivin. Yan jî wê ev mijar jî weke mijarên din neyê çareserkirin û wiha bidome. Stratejiya me ya giştî li ser vê yekê pêş ve diçe. Divê em 24’ê Hezîranê û pêşeroja Tirkiyeyê biaxêvin. Me qala Îtifaqa Demokratîk kir. Li Tirkiyeyê bingehek yê siyasetê tine ye, wê ev bingeh jî bi Destûreke Bingehîn a Demokratîk pêkwerê . Weke duh îro jî xebatên me dewam dikin. Ji bo vê stratejiya me girîng û krîtk e. Dahatuya Tirkiyeyê jî girîng e. Nêzîkbûna me ya ji bo hilbijartinê jî li ser vî bingehî ye. Daxwaza me; hişmendiya ku Tirkiye ber bi bilokbûnê û vedigere îtifaqên bazarê dûr bixe û bingehê siyaseteke azad hilberîne ye.
Temelî berdewamiya axavtina xwe de dibêje: Dema 31’ê Adarê helwesta me ya dengdanê gelek diyar e. Siyaseta me di nava herdu îtifaqan de tengav nebûya ku rêya seyemîn bidîta. Stratejiya me ya hilbijartinê serketiye. Desthiltdarî bê çare maye û her roj vê bêçaretiyê tîne ziman. Em ê 23’ê Hezîranê jî bi heman têgihê biçin ser sindoqan. Di stratejî û tektîka me de guhertinek tine ye. Gotubêjin giran ên li ser Rêzdar Ocalan hene. Dema ku em bi giştî li daxuyaniyên Rêzdar Ocalan temaşe bikin, di nirxandinan de qala girîngiya tifaqa demokrasiyê dike. Divê em bi giştî li gotinan binêrin. Di gotinan de qala bêalîbûnê heye. Me jî di hilbijartinan de siyaseta tengavbûyî qebûl nekir. Di hilbijartinê de bi siyaseteke bisînor me xwe tengav nekir.
Wek dixweyê Temelî bi temamî naveroka peyama Ocaln red dike. Bê guman ev yek dê pêvajoyek din pêşitya siyaseta PKKê bi giştî. Ji aliyek din ev helwest gelek vekirî li dijê Ocalan bi xwe ye.
Dê pêşerojê de vekirî bixweyê ku dê şerê di navbera Îmralî û Qendil de bigihe çi qonaxê, lê tiştek heye ku, di dîroka xxwe de cara yekem e, dê siyaseta PKK/HDPê di nava wan bi xwe de eşkere bête gotubêj kirin û aliyên cuda derkevin holê.