Cîhan

Têkoşera Filistînî: Îsraîl û tirkiye şîrîk û hevbeşin

Leyla Xalid ku navdareka têkoşera doza serxwebûna Filistînê ye dibêje: Mafê tirkiye nîne bikeve bajarê Idlibê, eve awayeke dagîrkeriyêye. Ew kesên zulmê li Kurdan dikin û dikevin bajarê Idlibê wekî hevin.

Leyla Xalid Endama Serkirdayetiya Eniya Rizgariya Gelê Filistînê li hevpeyvîneke taybet de ew bi xwe jî pirsyar dike û dibêje Gelo mafê Suriyê heye bikeve Enteqya û Enqerê? daye zanîn ku Mafê tirkiye nîne bikeve bajarê Idlibê, eve awayeke dagîrkeriyêye. Ew kesên zulmê li Kurdan dikin û dikevin bajarê Idlibê wekî hevin.

Xalid dibêje: Erdogan her çende li ser medyayê dibêje ku ew li gel gelê Filistînê ye, lê belê li gel dewleta Îsraîlê danustandinên leşkerî û bazirganiyê dikin. Ev danustandina wan tu carî ranewestaye û her berdewame. Îsraîl û tirkiye şîrîk û hevbeşin û wan peywendiyeke gelek kûr heye. Her wiha Erdogan artêşa xwe dişîne Suriye û dibe sedema wê yekê zêdetir birûxê.

 

Back to top button