Dolar 9 milyar dolar ziyanê gihand tirkiye

100 Dolarê Amerîkî li beramber lîreyê tirkî de bû 615.24 lîre eve jî bû sedemek ku aboriya tirkiye tenê li 20 rojan da nêzîkî 9 milyar dolar ziyanê tomar bike.

Rojnameyên tirkî jî li ser zimanê berpirsan vê yekê eşkere kirine û aboriya tirkiye hindî diçe dadikevê bi cûreyek ku bi giştî yedega nexdî ya li Banka Navendiya welat li 20 rojan da bi rêjeya % 27 ziyanê tomar dike.

Her wiha didin zanîn ku Banka Navendiya tirkiye li 31ê kanûna dûyem 33 milyar û 917 milyon dolar bû, lê belê li vê mehê da 24 milyar û 733 milyon dolar ketiye û li gor wê hejmarê jî bê eve tenê li 20 rojan da nêzîkî 9 milyar û 144 milyon dolar ziyan li ber tirkiye ketiye.

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: