Tekin ji CHPê îstifa kir
Parlamenter û endamê komiteya Rêveberê CHPê yê berêyê Tekin Gûrsel ji Partiya xwe îstifa kir. Navê Tekin di heman deme de ji bo berbijêrê şeredariya navçeya Stanbolê Esenyur jî derbas dibûya.
Parlamenterê berê yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Gürsel Tekin ku navê wî ji bo şaredariya Esenyurtê hatibû gotin, ji partiya xwe îstifa kir. Tekîn rexne li CHP’ê girt û got: “Ji ber ku êdî îmkana min a xebatê di pêkhateya heyî de nema ez bi xemgîniyeke mezin îstifa dikim.”
Daxuyaniya Tekîn a li ser medyaya civakî wiha ye:
“Ji miletê min ê hêja û rêhevalên min re,
Prensîbên bingehîn ên Partiya Komarî ya Gel di rêzikname û bernameya wê de cih digirin. Mixabin bi demê re CHP ji nasnameya xwe ya partiyeke Kemalist û Sosyaldemokrat a ku şaristaniya nûjen, ji bo desthilatdariya li Tirkiyeyê û xizmeta gelan dike nemaye û CHP ji armancên xwe dûr ketiye.
Tekin dibêje ku, CHP dewsa şerê desthilatê bike ji bo desthilatiya di nava partiye de şer dike. Hiqûqa partiyê û mafên xebatkarên partiya me tên paşguhkirin, Navend jî bi rêgez û talîmatên ku ji aliyê xwe ve hatine ragihandin tevnagere û keda kesên ku li ser qanûn û daxuyaniyên partiyê dixebitin tê desteserkirin.
Tekin dibêje: Ev rewşa CHP ji bo min bi êş û xemgîniye, ku di her postê partiyê de şerefa xizmetkirinê hebûye û ji bo ku li Tirkiyê CHP bibe desthilat min her tim li kolanan û di nav xelkê de kar kiriye.
Tekin sedema îstifa xwe ddide diyarkirin û dibêje: Bi xemgîniyeke mezin ez îstifa xwe ji Partiya Gel a Komarî ya ku min jiyana xwe terxan kiriye û min prensîbên wê ji xortaniya xwe ve di dilê xwe de mohr kirine, îstifa dikim, ji ber ku prensîbên ku ez pê bawer im û ji bo wan dijîm vê yekê ferz dikin.
Gusel Tekin Kiye:
Gursel Tekin sala 1964 li Ardaxanê ji dayib bûye û Kurd e. Tekin heta sala 1981ê li Erdaxan û Qersê jiyaye, piştre tevî malbata xwe koşî Stanbolê kiriye. Tekin ciwaniya xwe de din ava CHPê de xebitiye. Endametiya meclisa şeredariya Stanbolê kiriye, bûye serokê CHPê yê şaxa Stanbolê.
Tekin sala 2011ê bûye parlementerê CHPê yê Stanbolê. Pistre bû endamê Komiteya rêveberiya nawendî ya CHPê. Herweha di hilbijartinên sala 2015ê – 2018ê cardin bûye parlementerê CHPê.
Herî dawî di hilbijartinên 2023ê nexwest bibe berbijêrê parlementoye.