Li Stanbolê kî serdikeve?

Damezrînerê Şîrketa Lêkolînê ya SONARê Bayrakçi di bernameyeka televizyonî de behsa rapirsîna xwe ya herî dawî kir.
Bayrakçi destnîşan kir ku di hilbijartinê de Namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya CHP’ê Ekrem Îmamoglu û Namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya AKP’ê Mûrat Kurum ser bi serin. Encama rapirsîna dawî de Imamoglu %41 Kurum jî % 41 e.
Bayrakçi dibêje: “Min rewşek wiha nedîtiye. Ji sedî 41, ji sedî 41. Di rapirsîna berî du mehan de ferqek hebû. Ekrem Îmamoglû li pêş bû. Di nav kesên ku beşdarî anketê bûne de 1391 kesan Murat Kurum, 1401 kesan jî Ekrem Îmamoglu gotiye. Behra xeletiyê di rapirsînan de % 1.3 dihesibînin . Ev yek jî dide nişandan ku herdu namzetr wek hevin.
Li ser pirsekî Bayrakçi got: Îmamamofglu buye sedemek ku CHP li hevketiye nakoki din ava CHPê de zede bûne. Me ev ji xelkê pirsî û got, gelo ev bûye sedemek ku dengen Îmamoglu kêm dibin.? Bersiva de hat gotin k udi nava CHPê de bertekek derketiye holê, Dibe ku hêdî hêdî ev yek zede jî bibe. Dibe ku pûanên Îmamoglû kêm bibe. Di hilbijartina dawî de ji sedî 54 wergirt. Niha ev 54 çûn ku derêne? Nêzî % 5 İYİ Partî, nêzî % 5 DEM. “Niha xûya dike ku îsraf heye û sedema vê îsrafê siyasî ye.”
“Piştî rapirsîna ku, di nava 20 rojan de bê kirin, em dikarin bersiveke zelal bidin. CHP ev 1 meh e ew qas tevlihev bûye ku, dile aligirên CHPê dişkîne. Ji % 4/5 dengderên CHPê gelekî xemgînin. Mînak, navçeyên ku CHPû AKP serbi ser bûn, wek Uskûdar, Tuzla, Sancaktepe , niha rewş hatiye guhertin, li van navçeyan encamên pir cuda hatin bidestxistin.