Nivîsar

Hilbijaratin HAK-PAR û partiyên Kurdistanî

Lê hezar mixabin em weke kurdên bakur nizanin an naxwazin wê ji bona gelê xwe bi kar bînin. Ji ber wan berjewendiyên sexsî û partiyan, ew îmkanên duxuliqin jî wenda dikin.

Bûbê Eser

Em weke miletê kurd partî û tevgerên xwe, ne dûr bîn in. Li hember bûyer û kiryaran ne xwedî helwestên neteweyî ne. Ji bona serketina gelê xwe, em nikarin pêşiya xwe bi du gavan bibînin. Tim ji bona gavek sexsî û berjewendiya hêzbî em xwe hol dikin û hew.

Ev bû sed salan in, em nikarin dûr û dirêj pêşiya xwe bibînin. Loma bi hevre wenda kirine û dikin. Wendakirinên me jî dibe wendakirine gelê me. Lê em hê jî nikarin xwe biguhrin û helwesteke neteweyî, dûrî berjewendiyên sexsî û hêzbayî tevbigerin.

Em hema carekê jî be nikarin helwesteke neteweyî ku berjewendiya gelê me tê be, bi hevre bibin xwedî biryareke neteweyî. Ji ber vê ye heta niha em wek kurdên bakurê Kurdistanê me tim wenda kirine.

Em rê û rêbazên serketinê ya nizanin ya jî wan dikin qurbana berjewendiyên xwe yên sexsî û partîtiyê. Em carna ji bîr dikin ku partî ji bona azadiya gel têne damezrandin. Hemî damezrandina partiyan jî li ser û li gor vî asasî ye. Lê di nava herikandina demê de û ji ber bê erk û wazifeyî helwestin neteweyî dibin yên sexsî û partiyan.

Gelek caran hin îmkan dikevin destên kurdan. Lê hezar mixabin em weke kurdên bakur nizanin an naxwazin wê ji bona gelê xwe bi kar bînin. Ji ber wan berjewendiyên sexsî û partiyan, ew îmkanên duxuliqin jî wenda dikin.

Ev helwest di hilbijartinên parlemaniya tirkiyê ya sala 2023an de gelek zelal û eşkere diyar bû ku em hê jî nebûne xwediyê xwe û parastina gelê xwe. Em bêjin ew hilbijartin zêde kurdan eleqeder nake an nedikir. Lê divê piştî wê jî ji bona hilbijartina şaredariyan, ji wê demê de gav û têkilî bihatina avêtin.

Lê weke gelek caran ew jî nebû. Niha jî pir hindik dema hilbijartina şaredariyan maye. Hê jî nerîn û dîtinên gelek partiyên me ne diyar e ku wê bibin xwediyê xwe û çi helwestan.

Me gelek caran di vê derheqê de gotina xwe gotine û nivîsên xwe jî nivîsîne. Lê weha bawerim partiyên me rewşenbîrên xwe cidî nagirin û naxwazin nerîn û ditînin wan di nava xwe de minaqeşe bikin. Fêr bibin bê ka ew çi dibêjin.

Loma ez dibêjim, di rewşên weha de divê em bizanibin ku xeta neteweyî lawaz bûye. Karên bi hevre ketiye xeterê. Hevdu û rewşenbîrên xwe guhdarî kirin nemaye. Ev sed salin ku tim kurdan gotine ez û ez. Hê jî rêya ez û em venebûye. Heta ku ew venebe em ê jî nebin xwediyê xwe û tu destketiyan.

Aha kerem bikin, ji hilbijartina şaredariyan re çi ma? Demeke gelekî kurt. Helwestên partiyan ez û ez ê û nerînin sexsî êdî bes e. Divê em xwe ji vê azad bikin. Bi ez û ez ê em nagihêjin tu dereke. Em roj bi roj kêm û lawaz dibin. Ziman dimre, nerînên neteweyî û pêşketî hema nemane.Tevger û partiyê Kurdistanê li ser pişta sal mezinan maye û ew jî li hev nakin…

Bawer bikin derdê me kurdan gelekî zêde ne. Êşa me giran e. Helwestên me lawaz in. Qaweta me tune ye. Ya girîng jî em hê jî li bakukrê Kurdistanê nebûne xwedî eniyeke neteweyî ku em bikaribin li gor wê berjewendiyên gelê xwe biparêzin.

Vana hemiyan didim alîkî û dibêjim: Heger em dilsozên gelê xwe bin. Heger em dixwazin di vê hilbijarinê de, gelê xwe bi tenê nehêlin. Heger em dixwazin xwe îdare û bi rêve bibin. Vaye HAK-PAR weke partiyeke Kurd mafê wê yê hilbijartinê heye.

Ez bim, bê qeyd û şert divê hemî kurdên ji welatê xwe hez dikin, piştgiriya wê bikin. Dibe ku ev piştgirî bibe rêvekirina bi hevre karkirinê. Her weha ev alîkarî dikare li hin bajar an bajarokan kurdan bike xwedî rêveberiya xwe. Di vê hilbijartinê de kurd bibin xwedî yek helwest, wê bi serkevin. Wekî din ji wendakirinê pêve tu tiştek nabe para me kurdan.

Kurdno heger partiyên me hevkariyê nekin jî divê her kurdên ji welatê xwe hez dikin û mafê wan ya dengdanê hebin. Wî dengê bidin HAK-PARê

Ez weke rewşenbbîrekî gelê xwe, di vê hilbijartinê de piştgirê HAK-PARê me.

Back to top button