CîhanRojev

Tekezî li rêkeftina rêkirina genimê Ukraynayê kirin

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres, Serokomarê Tirkiyê Tayip Erdogan û Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskyli piştî hevtîna îro konferansek hevbeş a çapemeniyê li darxistin.

Her sê yan jî dan xûyakirin ku, divê rêkeftina rêkirina zad ji bo welatên din berdewam be.

Guterres destnîşan kir ku nirxê genim li cîhanê ber bi cîgirbûnê ve diçe, meha borî 21 keştiyên dexlûdan ji benderên Ukraynayê ji bo bazara cîhanî hatine rêkirin.Herwiha da xûyakirin ku, divê çek û serbaz ji baregeha atomî ya Zaporijya werin dûrxistin.

Serokomarê Tirkiyê Tayip Erdogan amadebûna welatê xwe ji bo navçitiya Rûsya û Ukraynayê nîşan da û ji bo pêkanîna aştî û bidawîanîna şerê navbera her du aliyan de amadevaniya welatê xwe da xûyakirin.

Erdogangot:Li Tirkiyê 325 hezar koçberên Ukraynî hene, ku ji ber şer berê xwe dane Tirkiyê, herwiha piştevaniya welatê xwe nîşan da ji bo avakirina navçeyên Ukraynayê ku ji ber şer zirar dîtine.

Back to top button