Nivîsar

Têbiniyek…!(10)

Li Qesra spî hevdîtina serokê DYA Trump û serokkomarê Tirkiye Erdogan, di medya Tirki de bi awayên cuda tê nirxandin. Medya CHPê wek ev hevdîtin nebûye gelek behsê nake û ser nasekinê, medya li dijî Erdogan lê ne girêdayê CHPê jî vê hevdîtinê weke danûstandinek bazirganî bi tenê dinirxîne.

Medya nêzikî hukumetê û AK Partiyê, wesfek gelek mezin yê vê hevdîtinê dide û vê wek serkeftinek dirokî dinirxîne.

Trump gelek bi germî pêşwaziya Erdogan kir û gelek pirsan de wesfek mezin yê Erdogan da. Taybetî di pirsa Sûrîye wek serkeftinek ya Erdogan daxûyanî da. Kurtahî Trump gelek wesfê Erdogan da û Erdogan jî gelekî ji vê hevdîtinê memnun bû û keyfxweşiya xwe diyar kir.

Bê guman ev yek di siyaseta navxwe ya Tirkiye de jî dê hêzekî bide Erdogan. Erdogan van tiştan gelek bi zanebûn siyaseta navxwe de bi kartîne.

Dixweya ku pirsa di nava Trump û Erdogan de bibe pirsgirêk, daxûyaniyên Erdogan yên li ser Xezayê bûn. Di vê derbarê de Trump destnîşan kir ku wî bi Serok Erdogan û rêberên din ên li Neteweyên Yekbûyî (NY) re li ser Xezzeyê civînek pir baş kiriye û got, “Ez difikirim ku em nêzîkî gihîştina cureyek rêkeftinê ne.”

Di pirsa Sûriye de Trump destnîşan kir ku wî li ser daxwaza Erdogan cezayên li ser Sûriyeyê rakirin û got, “Erdogan berpirsiyarê serkeftina li Sûriyeyê bû. Ev serkeftinek ji bo Tirkiyeyê bû.”

Ev yek didexûyakirin ku, ihtimalek mezin dê Amerika li Sûriye li gel Tirkiye siyasetek hevbeû rêve bibe. Lê hêja zûye mirov vê yekê bêje. Dê pêvajoya li pêşiya me vê yekê behtir zelal bike.

Pêwiste wek kurd bi çavek realist vê hevdîtinê binirxînin û di kulekek Kurdistanî de vê yekê şirove bikin.

Back to top button