Têbiniyek…!(8)

Piştî destpêkirina ”Pêvajoya Bê Teror” li Tirkiye, daxûyanî û helwestên Ocalan akilmendên Qendîl û beşek ji serkirdeyatiya PKK a kevin êxistiye di nava panîkê de. Daxûyaniyên hinek berpirsên Qendîl gelek cara li dijê naveroka “pêvajoyê”ne. Dixweyê ji bilî kesên niştimanperwer di nava PKKê de, du alî ji helwesta Ocalan û ”pêvajo”yê gelek ne rihetin. Yekemîn çepên Kemalistên di nava PKKê û dezgehên girêdayî PKKê û beşek ji rêveberên PKKê yên Qendîlin. Ew kesên bi Îranê ve û Heşda Şeibî ya Iraqê ve girêdayî li dijê Ocalanin. Lê tu aliyek ji wan heta niha vekirî yanî bi awayek zelal newêrin vê yekê bêjin û bi awayekî eşkere bikin.
Li himber vê newêrekiya xwe, dê rojanê li dijê aliyên ku pişgiriyê didin vê pêvajoyê rexne dikin. Heta ji bo pêvajoyê sabote bikin gelek bi tundî hukumeta Tirkiye û Erdogan rexne dikin. Ev rexneya wan a tund , raste yan ne raste ev ne pirsa me ye. Lê ew tenê ji bo pêvajoyê sabote bikin vê yekê dikin.
Niha dema Kurd , siyasetmedarên kurd yan jî hinek aliyên siyasî yên kurdan hukumetê Tirkiye û Erdogan rexne bikin, ev rexneyek bi cih de ye. Ji ber ku ji vê desthilatê doza mafên xwe yên rewa dikin. Lê Taybetî çep û Kemalist ne ji bo helwesta Erdogyan an li himber Kurda wî û desthilata wî rexne dikin. Ev cudahiya navbera kurdên niştimanperwer û çepên kemalist di nava PKKê de ye.
Berê xwe bidinê malpera Lêkolin a girêdayî PKKê û dewleta kûr a tarî cardin destpêkiriye, dijitiya PDKê dike. Ji berî her tiştekî, we ji dev çekan berda, we PKK fesih kir, we hemû daxwaziyên MITê û Bahçelî pêkanîn. Başê hun niha bi çi armancê di hewldidin kesayeta wan de dijminatiya PDKê dikin? Wek tê gotin ”Tîr ji Kevan derketiye” hun çi bêjin hêdî bê qîmete û kesek bi van virên we naxapin. Derdê we hebe bi mêranî dijitiya Ocalan bikin. Dîtinên wî rexne bikin. Lê hun du rû ne , hun nikarin vê yekê bikin. Ji ber ku berjewendiya wê ya kesayetî û ew diktatoriya we li ser gelê kurd bi navê kurda rêvedibiya hejinê û roj bi roj diherife. Metirsiya we ya mezin ji destdana vê diktatoriyê ye.
PDK çi dike, kîjan aliyekî re dide û distine hemû vekiriye û li ber medya Kurdistanî û cîhanî tê kirin. Lê hun ewin bi qirêjî siyasetê dikin, hun ji sûxûriya dezgehên îstixbarata dewletên dagirgeh pêve tu karekî nakin.
Li Kurdistanê siyeta dewletbûna Kurdan hun çavtirsankî kirine, hun hêdî nikarin di rêya dewletbûna Kurdan de bisekinin. Siyaseta derew û li ser bêbextiya hatî damezirandin herifî..
16.9.2025
Nêrîn Şirove


