Nivîsar

Tê biniyek…!

Di dewsa çekan de siyasetek legal, bi metodên demokratik û rêya diyalogê bê rêvebirin di qonaxa ku tê jiyandin de ji bo doza Kurd baştire û dê serkeftîtirbe…

Dara Bilek

Piştî banga serokê MHPê ji bo Ocalan û bersiva Ocalan a banga Bahçelî, li Tirkiye û Kurdistanê pêvajoyek nû hate destpêkirin. Dewleta Tirk ji bo pêvajoyê gelek vekirî dibêje ku, ev projeya ” Tirkiye yabê teror e”. Wek din kî çi navî li vê pêvajoyê dike ne gelekî girîng e. Serokkomarê Tirkiye û berpirsên dewletê gelek bi zelalî dibêjin ku, di destpêka vê projeyê de kesekî re tu bazarî nehatiye  kirin. Yanî ev yek tê wateya dewletê projeya xwe çêkiriye û hemû rûdan li gora vê projeyê pêktên.

Niha yaku, kurd wek aliyên siyasî, siyasetmedar û kesayetên din gotubûj bikin, nirxandina vê projeyê ye. Gazind yan jî rexnekirina PKKê hêdî ne xwedî nirxek gelekî taybet e. Ji ber ku, em hemû dizanin ku, roja roj heta wek vê gavê, taybetî li bakurê Kurdistanê helwesta  aliyên siyasî û siyasetmedarên Kurd li himber PKKê çewebû. PKKê çerçoweyek danîbû, mixabin piraniya aliyên siyasî û siyasetmedarên kurd di vê çerçoveyê de car bicara hinek rexne dikirian. Lê mixabin hijmara kesayetên bi zelalî siyaseta PKKê rexne dikiran û hewldidan rastiya PKKê deynin holê, wek tiliyên deta bûn.

Eger arşîv û nivîsandin û şiroveyên di derbarê PKKê de hatîn kirin berbi çavre bê derbas kirin hertişt vekirî dê xûyabibe. Veca ne hevceye , îro mirov vê babetê bike mijareka gotubêjê. Kî çibe û kî çi kiribe rastiya xwe dizane.

Pêvajoya ku îro ketî rojeva Tirkiye û Kurdistanê de, wek ku dewleta Tirk dibêje”Pêvajoya Tirkiye ya bê teror e”. Li gora vê pêvajoyê Abdullah Ocalan banga li PKKê kir û 3 tiş daxwazkirin.

Ocalan got: Hunê Ji dev çekan berdin, PKKê fesih bikin û Behsa serxwebûnê, federasyonê, xweseriyê ji bo Kurda nekir. Hun dê siyaseteka ”Tirkiye ya demokratik” bikin.

PKKê bersiva banga Ocalan da û xwe fesih kir , ji dev çekan berda û niha jî xwe ji siyaseta ”Tirkiyeya Demokratik” re li gel AK Partiyê û MHPê amade dike û di nava hewldana de ye.

Di vê pêvajoyê de fesihkirina PKKê û devjêberdana çekan ji bo tevgera azadixwaz a Kurdistanê gelekî başe û ji bo Kurda destkeftiyeke. Siha Tifekê li ser Kurdan rabe dê siyaseta demokratik,û bi rêya diyalogê bê rêvebirin. Ji xwe eve salane gelek kesan behsa vê siyasetê dikira. Yanî dewsa çekande siyasetek legal, bi metodên demokratik û rêya diyalogê bê rêvebirin di qonaxa ku tê jiyandin de ji bo doza Kurd baştire û dê serkeftîtirbe.

Ji aliyek din ve PKKê bi rêya Ocalan rastiya xwe û niyeta xwe û herweha siyaseta xwe vekirî ji raya Giştî ya Kurdistanê û cihanêre da xûyakirin. Hêdî tu pêwendiya vê rêxistina ku xwe fesih kirî pirsa Kurd re nemaye. Di rêya Tevgera Kurdistanî de, astenga şerê bê wate û siyaseta PKKê rabûye. Ya ku ji bo Kurda gelekî girîng ev e.

Min roja roj de gelek nivîs û hevpeyvînan de daye xûyakirin ku; Heta xeleka zincîra PKKê neyê şkênandin Kurd pêşiya xwe nabînin. Îro PKKê bi xwe ev xelek şkênandiye û hêdî Kurd jî dikarin siyastek bi metodên demokratik û rêya diyalogê bi karbînin. Rê vekiriye. Kengê asteng di vê rêyê de peyda bibe gerek bi dirûstî û zelalî ew wan astengan binirxînin û rastiyê bêjin.

Kurd dê her demî behsa mafên xwe yên rewa bikin. Mafê dewletbûnê mafêk gelek xwezayî yê Kurdane. Veca mercên dewletbûnê çewe tê nirxandin ew babetek taybet, berfireh û bi serê xwe ye.

Di vê pêvajoya ku, destpêkiri de, Ocalan û girsehiya li dûv, dê hewlbide Kurda li Tirkan ve entegre bike. Yanî aliyek yê vê siyasetê li bakurê welêt armanca helandina Kurdan di nava Tirkiye de ye. Kêmasî ev heta wek vê gavê bi vî awayî dixweyê. Bê guman siyaseta li ser xetek netewî û Kurdistanî bê rêvebirin dê van hewldana re bibe asteng.

Bandora projeya Tirkiye dê li beşên din yên Kurdistanê jî hebê. Ji sala 2022ê ve ev proje hatiye plankirin û îro ketiye rojevê de. PKK li Tirkiye gelek aloz bibû. Çekdarên PKKê hêdî li ser herêma Kurdistanê bibûn tehdîda herî mezin. Bê Çekkirina PKKê dê bibe sedemê rewşek aramtir li herêma Kurdistanê. Sedemê ku bingehîn yê rola Serokê Herêma Kurdistanê ev bû. Herweha rolê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û rolê serok Barzanî, bi tunekirina çekan û dawî kirina şerê bê wate de sereke bû.

Mimkine hinek vê gavê rexne bikin, lê dê pêşeroj giringiya rola wan nîşa me teva bike.

Bawerim di vê pêvajoya nûjen de, dê siyasetên nû di tevgera Azadixwaz a Kurdistanî de bêne avakirin, dê helwestên cuda bêne rojevê.  Tişta bê kirin bila bi tenê ji bo welat û netewe be. Bila ev bibe bingehê siyasetê, bila riknên avahiyên nû li ser vê bingehê bêne danîn. Piştî vê hertiştek hesanîtir û behtir ber bi armancên cihbicihkirina adaxwaziyên miletê Kurd bibe…

15.7.2025

Back to top button