Taxima fûtbola Kurdistanê li Goza beşdariyê di VIVA da dike
Roja çarşemiyê 26.05.2010ê taxima Fûtbolê ya herêma Kurdistanê ji Hewlêrê ber bi herêma Goza a Maltayê bi rê ket da ku beşdariyê di lîstikên kûpaya cîhanî ya VIVA yê a sala 2010ê de bikin.
Lîstikên kûpaya cîhanî ya VIVA yê ya çaremîn îsal di 30 gulanî heta 6ê xizîranê li herêma Goza li Maltayê tên kirin.
Kûpaya Cîhanê ya VIVA, dewreyeke (turnering) cihanî ye û her sal carekê (di destpêka wê de her du salan carekêihat kitin ) tê kirin. Ev kûpaye ji bo wan welatan tê rêxistin, yên ku bê dewletên serbixwe ne. Kûpaya VIVA-yê ji aliyê New Federation Board ve tê amada kirin.
Kûpaya yekem ya VIVA yê li Occitania, kûpaya duyem 2008 li Gällivare li Swêdê û kûpaya sêyem jî li Padania li Îtaliya yê hatin kirin.
Taxima fûtbola Kurdistanê bo carayekê beşdarî di lîstikên kûpaya cîhanî ya VIVA yê da di kûpaya duyem da kirin û pileya çarem bidest xist. Di kûpaya sêyem de taxima fûtbolê ya Kurdistanê pileya duyem bidest xist.
Hêvîdarîn îsal taxima fûtbplê ya Kurdistanê pileya yekem bidest bixe.
Taximên pileyên yekem bidest xistine evin:
2006: FA Sami
2008: FA Padania
2009: FA Padania
VIVA World Cup website