Talebanî projeyê wergirtina baweriyê ji Malikî têkda
Ofîsa serokatiya komara Îraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku, serokomar Celal Talebanî îmzayên ji bo vekişandina baweriyê ji serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî hatibûn komkirin, bo serokatiya herêma Kurdistanê vegerandin.
Ofîsa serokatiya Komara Iraqê di daxuyaniya xwe de dibêje ku, ji bo wergirtina baeriyê ji serokwezîrê Îraqê lîsteya 160 îmzayên parlamenterên Lîsteya Îraqiye, Hevpeymaniya Kurdistan, Baska Sedir, çend parlamenterên serbixwe û paşî jî çend parlamenterên Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanî navê xwe li ser lîsteyê zêdekirin û dane dest serokomarê Îraqê daku ew jî ji aliyên xwe ve lîsteya îmzayên parlamenteran bo parlamnetoya Îraqê binêre û daxwza wergirtina baweriyê ji serokwezîrê Îraqê bike:
– Komîteya taybet, ji bo zanîna drustiya îmzayên 160 parlamenterên Lîsteya Iraqiye, Hevpeymaniya Kurdistanê û Baska Sedir ku piştre lîsteke çend parlamenterên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê jî tevlî wan bûn, li ser biryara serokomar hat avakirin. Lê pişt re 11 parlamenterên ku berê îmza kiribûn ji ofîsa Serokomarê re gotin ku wan îmzayên xwe vekişandine û her wiha 2 parlamenter jî îmzayên xwe rawestandin.
Ofîsa serokomar di bêje ku, ji ber ku rîjeya (nisbeya) qanûnî a îmzayan nehatibû komkirin, serokomar Talebanî ew îmza ji bo parlamentoya Îraqê bilinnekirin û ew lîste ji bo sewrokatiya herêma Kurdistanê paşde vegerand.
Li ser vê helwesya serokomarê Îraqê Celal Talebanî, îro di daxuyaniyekêde Nurî Malikî sipasiyaên xwe pêşkeşî Talebanî kirin,
Her li ser vê helwesta Talebanî, îro, aliyên dijberên Nurî Malikî li Helêrê dicivin û helwesta xwe ya fermî dê îlan bikin.