Civak

Talebanî: Ez û serok Barzanî dê hertim pêgirên şîretên Hemaîl Xanê bin

Cenazeyê Hemaîl Xanê,  xanima Barzaniyê nemir û dayîka serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî,  îro li Barzan hat veşartin. Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî di merasima veşartinê de behsa hevdîtina xwe û Hemaîl Xanê a cara dawî kir û got ew û Mesûd Barzanî dê wek du brayên hev heta mirinê pêgirên şîretên Hemaîl Xan bin.

Celal Talebanî bi navê Xwedayê mezin û mihreban bangî Barzaniyên qehreman kir û got:

– Bi mixabinî û xemgîniyeka mezin em îro xanima yekê ya Kurdistanê hevjîna Barzaniyê nemir li Barzana qehreman di qebra wê de bi cih dikin. Ev xanim li Kurdistanê xanimeka gewre û mezin bû û roleka wê ya aşkera di xebata gelê me de hebû. Mezinî û gewrebûna wê ne di wê yekê de bû ku hevjîna qehremanekî mezin yê miletê me bû. Û ne ji bo wê yekê jî bû ku mêrxasekî wekî serok (Mesûd) Barzanî ji bo me perwerde kir. Belkî ji ber wê yekê bû ku ew têkoşereka bêwestiyan, dilsojeka kurdayetiyê û xanimeka jîr û biserketî ya Kurdayetiyê bû.

Talabanî wiha axifî:

– Di hemî jiyana xwe de digel general Barzanî ji bo bidestxistina armancên xelkê Kurdistanê xebat kiriye. Di hemî xweşî û nexweşiyekê de beşdar bûye. Li çiya, dol û şikeftên Kurdistanê ji bo bidestxistina armancên xelkê Kurdistanê jiyaneka dijwar borandiye.

– Pir baş tê bîra min, di cara dawî de ku şerefa dîtina wê bi dest min ket ji min û serok Barzanî re got: ”Wekî du kurên min ez daxwazê ji we herduyan dikim ku destê we di destê hev de be û dirêjiyê bidin bratî û xebata bihevrebûnê heta ku xebata miletê xwe bi ser dixin. Ji bo civaka xelkê Kurdistanê jî di westiyan, têkoşîn û xebatê de hîç teqsîriyekê nekin.” Vêca ez li vêderê li ber çavên we hemiyan soza xwe dubare dikim ku dê guhdarê wê şîreta Wê bim û heta mirinê bratiya xwe digel cenabê serok Barzanî biparêzim û lêbixebitin ku hemî aliyên xelkê Kurdistanê û berî hemiyan aliyê Yekîtî û Partiyê yekrêz bikin. Emê bi vê soza xwe canê pak yê Hemaîl Xanê di beheşta berîn de şad bikin.

– Gotineka erebî heye, dibêje “li pişt her mêrekî mezin jinek heye”. Belê, li pişt mezinekî gewre wek Barzaniyê nemir jinek hebû û ew jî Hemaîl Xan a nemir e ku heta nefesa xwe ya dawiyê ji bo xelkê Kurdistanê xebitî û têkoşiya. Ez ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku li beheşta berîn de wê bigihîne Barzaniyê nemir û şehîdên din ên Kurdistanê. Hêviya temenekî dirêj bo kak Mesûd û kurên wî dikim.

– Bila serwerî û serbilindî ji bo Barzaniyê nemir û barzaniyên qehreman, qehremanên xebata kurdayetiyê û qehremanên xebata rizgariya kurdan û Kurdistanê be. Xwîşk û brayan, hun hemî biserketî û serfiraz bin.(Rûdaw)

Back to top button