Polîtîk

Talebanî: Di destpêka sala nû de PDK hikûmetê werdigire

Celal Talebanî sekreterê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ji hindek kanalên mediyayê re got ku piştî dawiya salê postê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê dê Partî werbigire.

Talebanî gotiye ku di destpêka ser sala nû de dê serokatiya hikûmetê bikeve destê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û li gor hindek çavkaniyan di roja 2-ê vê mehê de Celal Talebanî û Nêçîrvan Barzanî  cîgirê serokê PDK li havîngeha Selahedînê dûr ji çavê mediyayê hev du dîtiye û behsa hûrgiliyên radestkirina serokatiya hikûmetê ji YNK bo PDK kiriye.

Li gor malpera NRT piştî wê hevdîtina Talebanî û Nêçîrvan Barzanî, Talebanî li havîngeha Dukanê digel nûnerên rojnameya Awêne, saziya Xendan, rojnameya Hawelatî û kovara Livîn civiyaye û di civînê de Talebanî vekirî gotiye ku YNK dê serokatiya hikûmetê radestî PDK bike.

Li gor hindek çavkaniyan, piştî tatîla cejna Qurbanê, Nêçîrvan Barzanî kandîdê çaverêkiriyê Partî bo serokatiya hikûmetê dê serdana bajarê Silêmaniyê bike û dê digel serok û nûnerên opozisyon û aliyên din yên siyasî li ser pêkanîna atmosferekî xweş û baş bo pêkanîna hikûmeta nû, bicive. Tê çaverê kirin ku Nêçîrvan Barzanî digel Newşêrwan Mistefa serokê Tevgera Goran jî bicive û behsa avakirina hikûmeta nû bike.

Rojevakurd

Back to top button