Ji weşanên AVA sê romanên nuh
Weşamxana AVA bi daxuyaniyekê ragehand ku wan di van rojan de sê romanên nivîskar Ronî War çap û weşandine. AVA di daxuyaniyê de dibêje ku çand û wêjeya kurdî bi piranî bi destanan û bi wêjeya devkî bi sînor bûye û nebûye mijara romanan:
– Ji bo van destanên ku ji kaniya şaristanî, wêje û hunera gelê me derbûne bigihêjin girseyeke berfireh û qirnên pêş, me pêwîst dît ku em van nirxên xwe yên ku wek roman ji hêla Ronî WAR ve hatine nivîsîn, biweşînin.
–
AVA dide diyar kirin ku:
– Nivîskarê me Ronî WAR, pêşî bi romana Feqiyê Teyran destpêkir. Dû re jî daye ser şopa dengbêjan, ji nalîn û kalîna wan, sê destanên girîng girtiye dest û sê romanên hêja nivîsiye; Mem û Zîn, Siyabend û Xecê, Tehar û Ziharê
Hemû teksta weşanxaneya AVA li jêr bixwîne:
Ji weşanên AVA sê romanên nuh
Romanên li ser destanên kurdan hema bêje tune ne. Erdnîgariya me; Mezopotamya ji hêla çand û wêjeyê ve gelekî dewlemend e. Lê ev çand û wêjeya me bi piranî bi destanan û bi wêjeya devkî bi sînor bûye û nebûye mijara romanan. Ji bo van destanên ku ji kaniya şaristanî, wêje û hunera gelê me derbûne bigihêjin girseyeke berfireh û qirnên pêş, me pêwîst dît ku em van nirxên xwe yên ku wek roman ji hêla Ronî WAR ve hatine nivîsîn, biweşînin. Ango me got; bila ev dewlemendiya çand û wêjeya me bigihêje derdorek e berfireh. Wek ku tê zanîn, gava mijar wek roman dikeve nava gel, ev mexsed jî diçe serî.
Nivîskarê me Ronî WAR, pêşî bi romana Feqiyê Teyran destpêkir. Dû re jî daye ser şopa dengbêjan, ji nalîn û kalîna wan, sê destanên girîng girtiye dest û sê romanên hêja nivîsiye; Mem û Zîn, Siyabend û Xecê, Tehar û Ziharê…
Helbet navê van her çar romanan hema bêje ji hêla herkesî ve tên zanîn, lê nivîskarê me yê hêja di van romanên xwe de kitekitên mijarê, xelqeyên çand û jiyana gel bi awayekî berfireh girtiye dest. Dirbê civakê, bawerî, adet û gelek hêlên civakê yê din di nav movik û gewdeyê berhemên xwe de hûnaye. Berî hertiştî zar û zimanê ku hatiye xebitandin balê dikşîne. Bêyî ku zêde ji vegotina klasîk ya wêjeya devkî dûrbikeve, van nirxên me bi zimanekî fesîh, zelal û xweş digihîne ber destên xwendevanan.
Romana Feqiyê Teyran ji hêla xwendavanên kurd ve eleqeyeke mezin dît. Vêya jî rê da ku me tiştekî baş kiriye û em li ser rêyeke rast in. Em hêvî dikin ku ew ê ev hersê berhemên hêja jî ji hêla xwendevan û wêjehezan ve heman eleqeyê bibînin û ew ê di pirtûkxaneya her wêjehezî de cihê xwe bigrin…
Weşanên AVA