Polîtîk

PKK ji dev çek berdê, dê gelek tişt bêne guhertin

Di roja yekem ya cejnê de serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan hinek peyamên balkêş dan. Erdogan piştî mêja cejnê bersiva hinek pirsên rojnemevanan da. Piraniya pirsan li ser serdana serokê Kurdistanê ya Tirkiye û helwesta Tirkiye di derbarê PKK-ê de bûn.

Erdogan bersiva hinek pirsên di vê derbarê de da û got:

– Emê li dijê terorê tekoşînê bikin. Ev dixwazin  peşmerge jî rewşa me berbiçav bigrin û nirxandinekî bikin.Em vê heviyê ji desthilata herêmê dikin.Lê em  bi xwe mecburin ku tişta pêwist bikin.

– Hinek dibêjin bila hêzên çekdarên Tirk ji dev çeka berdê. Tu hêzek leşkerî ji dev çeka bernade çek sedemê hayina wane. Em tucara qebûl nakin ku KCK dewletek pareler li tenişta me ava bike.

– PKK ji dev çek berdê wê gavên gelek erênî bêne avêtin û dê gelek tişt bên guhertin. Bila hertişt di bin banê parlementoyê de bê kirin.

– Hêdî qonaxa inkar kirina kurdan xilas bûye. Kurd rastiyek ya vî welatine.

– Em dixwazin Kurd, Tirk, Çerkez  û hemi xelkê din em di bin hevwelatiya Tirkiyede heve girêdayibin.

Back to top button