Hisên: Serdana serok Barzanî peyameke aşitiyê bû
Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê got ku serdana serokê Kurdistanê bo Tirkiyeyê peyameke aşitiyê bû û Tirkiyeyê jî bi kêfxweşî ve pêşwazî li wê peyama serokê Kurdistanê kir. Hisên got ku divê Partiya Karkerên Kurdistanê jî (PKK) pêşwaziyê li peyam aaşitiyê ya serok Barzanî bike.
Fuad Hisên serokê dîwana srokatiya herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji radiyoya dengê Amerîkayê behsa serdana Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê bo Tirkiyeyê kir û got:
– Di hevdîtinên serokê herêma Kurdistanê digel mezine berpirsên Tirkiyeyê çend mijarên giring yên girêdayî têkeliyên nevbera her du aliyan hatin gotûbêj kirin. Herwesa alozî û pirsgirêkên ser sînor asayayîşê bi awayekî giştî hatin minaqeşe kirin.
– Sefera serokê herêma Kurdistanê bo Tirkiyeyê peyameke aşitiyê bû û her ji bo aşitiyê jî ye. Barzanî li Kurdistanê jî behsa hertim behsa îareseriyên bi aştiyane bi pirsgirêkan dike û li Tirkiyeyî jî dema bi berpirsên tirkî re hevdîtin pêkanîn jî her behsa rêyên bi aşitî kir.
Hisên di berdewamiya axavtina xwe de got jî ku Tirkiyeyê ji aliyê xwe ve pêngavên baş ber bi aşitiyê apêtine û divê zêdetir ji bona aşitiyê pêngavan pavêje û got:
– Her çiqas aşitiyê jî awayên cuda hene, lê ez behsa siyaseta vebûna demokrastîk li Tirkiyeyê li pêşiya pirsa kurdî dikim û ez bi başî dizanim ku piştgirî li wê siyasetê pê kirin.
Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê got ku di berjewendiya herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de ye ku şer û alozî li ser sînoran nemînin.
Rojevakurd