Nivîsar

Rêya çareseriya pirsa kurd diyalog e

Serdana serokê Kurdistanê Mesud Barzanî ya Tirkiye dikare bibe destpêka pêvajoyek nû ji bo pêkanîna aşitiyê. Barzanî li Tirkiye 3 aliyên bingehîn dîtin. Heta bi awayek din sê aliyên ku bikaribin pirsa aşitiyê çarese bikin re hevdîtin kirin.

Barzanî li gel wezîrê derve, serokwezîr û serokkomarê Tirkiye hevdîtin kirin. Ev hevdîtin hemi gelek bi naverok bûn. Di hevdîtinan de Tirkiye daxwaziyên xwe gelek bi vekirî ji serokê Kurdistanê re gotin. Serokê Kurdistanê jî gelek bi awayek zelal daxwazî û role bikaribe ji bo aşitiyê bileyze ji rayadarên dewleta Tirkiye re got.

Barzanî hevserokên, BDP û KCD re hevtîtinek berfireh kir û di vê hevdîtinê de Barzanî pêşniyar û daxwaziyên xwe ji wan re vekirî gotin. Herweha berpirsên KCD û BDP-ê jî daxwaziyên xwe ji serokê Kurdistanê re gotin.

Ji aliyê din Barzanî li gel hêza herî mezin li gel medyayê hevdîtinek dirêj pêkanî. Dîtinên xwe gelek vekirî û rêya çareseriyê bi rêya Medyayê gihand raya giştî. Barzanî gelek zelal û vekirî dîtinên xwe gihandin raya giştî a Tirkiye. Nivîsa ku rojnemevanê Miliyetê M.Ali Birand di vê derbarê de nivîsî gelek balkêşe.
Barzanî çend peyamên girîng dan ku ev dikarin bibin bingehê pêkanîna aşitiyekî civakî û şerê qirêjê heyî bisekine.

Barzanî ji hemi aliyan re da kifşkirin ku, hêdî bi tu awayî kurd nabin leyiztika dewletên herêmê. Yanî kurd ji bo berjewendiyên hinek dewletan hêdî şerê hev nakin.  Bi vê payamê Barzanî rêya gelek daxwaziyan li Tirkiye girt.

Barzanî da xuyakirin ku, tu kes ne dewlet û ne jî PKK bi rêya şer tiştekî destnaxin û ev yek dikare bibe sedemê tevlîheviyek civakî û heta dikare biratiya gelan xirab bike û pirên dostaniyê ji hole rake. Hingê jî tirsa herî mezin ewe ku şerê Tirk û Kurd derkevê ev  dibe xeter a herî mezin di rêya aşitiyê 
Brazanî ji rayadarên Tirkiye xwest ku ji dev helwesta xwe ya tund berdin û di derbarê pirsa kurd de hinek gavan bavêjin. Herweha  hinek daxwazî ji PKK-ê jî kirin. Barzanî çerçova rêya diyalogê û metodên demokratik  vekirî danî hole.

Ji berî serdana serokê Kurdistanê daxuyaniya berpirsê KCK-ê Murat Karayilan gelek erênî bû, û bi hemî awayî pişgiriya hewldanên serokê Kurdistanê yên jib o aşitiyê kir û ev yek cara yekem e ku di nav siyaseta PKK-ê de pêktê.

Barzanî çerçovek danî ku, kurd dikarin xwe bi hemi awayî di nav vê çerçovê de bibînin û ji bo çareseriya pirsa kurd xebata xwe bikin. Ev çerçove dikarê bibe pêkanîna harmoniyekî di nav rêfên cuda yên kurdan de.

Barzanî dixwaze şer bisekine û hêdî xwîna gencên Kurd û Tirk neyê rijandin. Ev yek bi dengek bilind gihand aliyan û raya giştî. Divê kurd vê banga Barzanî bibihîsin.

Îro destkeftiya herî mezin di destê kurdan de başûrê Kurdistanêye. Divê çi gava kurd li her deverekî bavêjin hay ji vê destkeftiyê hebin û parastina vê xaka azad bibe erkek netewî ji bo her kurde kî. Dema Başûr disiyaseta xwe ya di herêmê de bi hêz be, kurd di her beşî de xortir dibin.

Îro Hewlêr nawenda pirsa kurd di herêmê û cîhanê de ye. Serokê Kurdistanê di vê nawendê de rolek bingehîn dileyze. Kurd dikarin li dora vê nawendê berjewendiyên xwe yên netewî biparêzin û tekoşînê ji bo  destxistina mafên xwe yên rewa bidin.

8.11.2011
Dara Bilek

 

Hevpeyvina Birand:

Hevpeyvîna Birand:

Back to top button