Îhtimala aşitiyê ji ya şer zêdetire
Li gor rojnamevan Çandar aşitî nezîktire.
Rojnamevan Cengiz Çandar di nivîsa xwe ya îro de (Radikal, 8/11) dibêje armanca serdana serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Tirkiyeyê aştî bû û lewra îhtimala ko BDP, PKK, Abddullah Ocalan û heta Tirkiye bi xwe jî rola navçîtiyê ya Barzanî qebûl bikin heye.
Cengiz Çandar dibêje Mesûd Barzanî berî hevdîtina digel Erdogan ji medyayê re aşkera diyar kir ku ew di tu operasyonên şerî de cih nagirin û wî ev helwêsta xwe aşkera divê ji Erdogan re jî gotibe. Lewra Çandar dibêje dûrî aqilan e ko Tirkiye bi serê xwe vê zivistanê têkeve başûrê Kurdistanê û operasyonekê li dijî Qendîlê bike.
Piştî hevdîtina heyeta BDP-ê (Selahattin Demirtaş, Gultan Kişanak, Ahmet Turk û Aysel Tugluk) û serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî Aysel Tuglukê bi zimanekê aşkera got ew hêvî dikin ku Mesûd Barzanî rola navçîtiyê bileyîze û got rêberê Abdullah Ocalan jî dê erênî li xebata Barzanî û Talebanî ya di vî warî de, temaşa bike.(Xeberenkurdi.com)